Li Amedê 11emîn Şahiya Şanoya Navlîseyan

kurdistani 09:46 AM - 2015-04-27
Li Amedê 11emîn Şahiya Şanoya Navlîseyan

Li Amedê 11emîn Şahiya Şanoya Navlîseyan

Şahiya Şanoya Navlîseyan ku hersal Şaredariya bajarê mezin ya Amedê li dar dixe, îsal jî bi dawî hat. Hevşaredarê Amedê Firat Anli beşdarî şahiyê bû, xwendekar pîroz kirin û mizgînî da ku sala pêş dê Navenda Çand û Kongreyê vekin.

Şahiya Şanoya Navlîseyan ji aliyê Serokatiya Daîreya Çand û Turîzmê ve bi mebesta kifşkirina hunera şagirtan a şanoyê hersal li dar dixe, ya îsal jî gihîşt dawiyê. Şahî 10 rojan dewam kir, lîstikvanê Şanoya Bajêr Şahabettin Dağ pêşengiya xwendekaran kir û li dora 4 hezar kes hatin pêş vê şahiyê. Xwendekarên dibistanên.

Şahî li Salona Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin pêk hat, Hevşaredarê Bajarê Amedê  Firat Anli, xwendekar, mamoste û malbatên xwendekaran tê de amade bûn. Sînevîzyonek ji çend xeletên lîstikên şagirtan hate pêşandan. Piştre Hevşaredar Firat Anli hate ser sehneyê, xwendekar û malbatên wan pîroz kirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket