Jina Emerîkî zarok hêştin û tevlî refên şervanan bûye

kurdistani 01:43 PM - 2015-04-26
Jina Emerîkî zarok hêştin û tevlî refên şervanan bû

Jina Emerîkî zarok hêştin û tevlî refên şervanan bû

Jineka Emerîkî piştî bîstina destanên qehremaniyê yên şervanên jin li Rojavayê Kurdistanê herdu zarokên xwe li şûn xwe hêştin û çuye nava refên şervanên YPJ`ê.

Samanda, xelkê Emerîkayêye û pêştir xwendekara zanîngehê bûye û hevjînî kiriye û diya 2 zarokane, piştî bihîstina nûçeyên êrişên DAIŞ li ser Rojavayê Kurdistanê û encamdana komkujiya Şengal, dev ji jiyana xwe berdide û berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê û li dijî terorîstên DAIŞ çek hilgirtiye.

Samanda, ji ajansên cîhanî re ragihandiye: Ez ji bo wê yekê nehatime ku demekî xweş derbas bikim, ez ji bo parastina gelekî hatime ku hemû bedena wê bi birîne û zulm û zor lê hatiye kirinê, ji bo wê jî min çek hilgirtiye û ez dixwazim ew şarezayiya xwe a di warê serbazî de xizmeta mirovatî û gelê Kurd bikim.

Jina emerîkî Samanda dibêje: Yekem care di jiyana xwe de ez hêzekî biwêr a jinan û keçan li cîhanê dibînim weku şervanên YPJ ku parastina welatê xwe dikin û çawa çek bikartînin û bi çi dilî ji bo parastina axa û niştiman xebatê dikin û ji ber vê jî ez li bereyên şer li gel wan dimînim û li gel wan ahenga serkeftinê emê lidarxin.

Libarê bi cî hêştina zarokên xwe jî, Samanda dibêje: Eve buçûna min û hevjînê mine ku çawa me biryar da ku ji bo mirovahiyê bijîn û xebatê bikin û rojek werê yan ezê vegerim ba wan, yan jî li nava axa Rojavayê Kurdistanê li gel xwîşk û birayên xwe yên qehreman bême veşartin.

PUKmedia/W: Saman Yareweys

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket