Li Bexdadê 2 otombêl teqiyan

kurdistani 12:44 PM - 2015-04-26
Li Bexdadê 2 otombêl teqiyan

Li Bexdadê 2 otombêl teqiyan

Îro yekşemê 2 otombêl li navarasta bajarê Bexdadê teqiyan û di encamê de hejmarek welatî şehîd û birîndar ketin.

Jêdereke ewlekariyê ji PUKmedia yê re da xuya kirin ku: Îro li nêzî mezara Şêx Ebdulqadêr Gilanî li devera Bab Şêx a dikeve navarasta Bexdadê,li ber dem qehwexaneyekê de otombêleke bombebarkirî teqiya, di encama teqînê de 6 kes şehîd ketin û 7 birîndar ketin.

Jêderê her wiha da xuya kirin ku otombêleke din li taxa Amil a dikeve başûrê Baxdadê teqiya û di encamê de 3 welatî şehîd bûn û 14 kes birîndar ketin.

PUKmedia / Şeyma Talebanî / Bexdad

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket