100 Saliya Kumkujiya Armeniyan û Çîroka Pîrika min... Konê Reş
kurdistani 11:33 AM - 2015-04-26konê reş
Di rojek mîna (24.04.2015)an de, berî 100 salî, komkujiya Armeniyan destpê kir û di encam de melyon û nîvek Armenî ji jin, mêr, zarok, kal û pîr hatin kuştin, sirgûnkirin û dûrî xaka welatê xwe Armenistanê ketin..
Qehremanên vê qirkirinê hikumeta Osmanî û ev hersê efserên tirk bûn: (Taleet, Anwer û Cemal) bûn. Pîrika min, anku diya bavê min (Osena Nersîsyan: Sara Abdo), jî di nav wan de bû û yek ji Armeniyên wê qirkirinê bû.. Xweş tê bîra min; dema ku wê çîroka kuştin û qirkirina malbata xwe ji me re digot û dibiland.. Û çawa ku berê wê û mirovên wê digel kerwanekî mezin ji Armeniyan dane Helebê û Dêra Zorê û ji wir, ber bi Şedadî û Merged ve rêkirin û ajotin… Digot; ew kerwan ji jin, mêr û zarokan pêk dihat û pirraniya wan bi rêkê de mirin..
Navê pîrika min Osena Nersîsyan bû, lê, navê wê yê nû bibû (Sara Abdo). Li ser ola xwe ma û razî nebû biguherîne. Dema ku bi tena xwe dima, di ber xwe de bi tirkî dinihirand, kezeba mirov bi nuhirandina strana wê re dişewitî.
Erê îsal (24.04.2015), tam sed sal 100 sal di ser komkujiya Armeniyan re derbas dibe. Sala 1915an saleke reş bû ji bo Armeniyan. Di vê salê de wek ku tê got, milyon û nîvek Armenî ji warên xwe hatin bi dûrxistin û bi darê zorê ji Anadoliyê hatin derxistin. Bi hezaran hatin kuştin, di rê û çolan de mirin. Koka wan li Armenistanê hate birîn..
Îro, dinya tev dibêje ku komkujiya Armeniyan dewleta Osmaniyan gunehkar û sucdar e. Hezên dewletê, hêzên fermî yên dewleta Osmanî ev plan biriye serî..
Vêca wek wefadarî ji bo vê bîranîna diltezin û ji bo giyanê wê û giyanê tev Armaniyan, min îro gotarek di vê derbarê de bi zimanê Erebî belav kir, da ku Armeniyen nizanin bi kurdî bixwînin û serwext bin..
Silav li giyanê tev şehîdên ku di ber azadî û xweşiya welatê xwe de canê xwe ji dest dane.
Konê Reş, Hewlêr, 24.04.2015
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23 -
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Hewlêrê dike
10:48 PM - 2024-04-22
zêdetir tamaşe bike
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
04:52 PM - 2024-04-23
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
12:14 PM - 2024-04-23
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
10:09 AM - 2024-04-23
Serokomarên Iraq û Tirkiyeyê: Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin
03:59 PM - 2024-04-22
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
Kurdistan 12:14 PM - 2024-04-23 -
YNK:hilbijartinên parlamentoyê di dema xwe de bên lidarxistin
Kurdistan 09:39 PM - 2024-04-22 -
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Hewlêrê dike
Kurdistan 10:48 PM - 2024-04-22 -
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
Kurdistan 10:09 AM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 10:45 AM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
Kurdistan 12:49 PM - 2024-04-23 -
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 05:11 PM - 2024-04-23 -
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
Kurdistan 04:52 PM - 2024-04-23