Ala Kurdistanê li ser monomênta jenosîda Ermeniyan hate danîn

kurdistani 09:03 AM - 2015-04-26
Ala Kurdistanê li ser monomênta jenosîda Ermeniyan hate danîn

Ala Kurdistanê li ser monomênta jenosîda Ermeniyan hate danîn

Li ser vexwendina serokê amojgeha jenosîda Ermeniyan û federasyona rêxistinên lawan ya Ermîniyayê ji bo beşdarîkirina li 100`emîn salvegera jenosîda Ermeniyan, şandeka rêxistina gêncên Kurdî – Navdewletî, ku pêkhatibû ji berpirsê pêwendiyan (Hêmin Mam Reş) û endamê desteya kargêrî ya rêxistinê (Bextiyar Xoxê) roja 23/4/2015 bi rêya balafirxaneya navdewletî ya Yerîvanê gihêştin Ermîniyayê.


Şanda gêncên Kurd ji aliyê cîgirê serokê federasyona rêxistinên lawan ya Ermîniya ve hatin pêşwazî kirinê û roja paştir beşdarî merasîma 100. Salvegera jenosîda Ermeniyan li monomênta Ermeniyan kirin.

Di merasîmê de ku her yek li serokê Rûsya û Sirbiya û nûnerê taybet yê neteweyên Yekbuyî hejmarek zor li welatan amadebû, her di wê merasîmê cara yekeme di dîroka bîranîna jenosîda Ermeniyan de bi fermî şanda rêxistina gêncên Kurdî – Navdewletî, baxek  gul wek rêz û wefa bi ala Kurdistanê li ser monomênta qurbaniyên jenosîda ermeniyan hate danîn.

Hêjayî gotinê, rêxistina gêncên Kurdî – Navdewletî, rêxistinek ne hikûmiye, hewl dide ji bo dirustkirina pira navbera gêncên Kurd û gêncên welatên cîhanê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket