DAIŞ berpirsiyartiya êrişên li ser sînorê Urdunê hilda ser xwe

kurdistani 05:51 PM - 2015-04-25
DAIŞ berpirsiyartiya êrişên li ser sînorê Urdunê hildan ser xwe

DAIŞ berpirsiyartiya êrişên li ser sînorê Urdunê hildan ser xwe

Rêxistina terorê DAIŞ êrişên xwe kujer ên îro şemiyê 25 / 4 /  2015`e li ser sînorê Êraq û Urdunê li dergeha Tirêbêl pêk hatin hildan ser xwe.

Malpêra Sayît a tevgera malpêrên Îslamî li ser enternetê dişopîne da xuya kirin ku rêxistina terorê DAIŞ berpirsiyartiya êrişan hilda ser xwe û ragihand ku sê xwekujerên  bi regez ji welatiyên Belcîka, Firansa û Senîgal `in êriş pêk anîne.

Ji aliyê xwe ve serokê encumena parêzgeha Enbar Sebah Kirhut raghand ku îro sê xwekujeran bi sê otombêlên bombebarkirî êrişî sê xalên kontirlê li nêzî Dergera sînor kirin û xwe teqandin.

Kirhut her wiha da xuya kirin ku di encama êrişan de, efserek polîs bi pikeya Neqîb û sê leşkeran jiyana xwe ji dest dan û 8 endamên hêzên ewlekariyê birîndar ketine.

Hêjayî gotinê ku dergeha Tirêbil Êraq û Urdunê biriya bejahî bi hev girêdide û ji belî wê ti dergeh Êraq û Urdunê bi hev girênadin.

PUKmedia / Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket