Li Nepal erdhej..597 kes jiyana xwe ji dest dan

kurdistani 05:18 PM - 2015-04-25
Li Nepal erdhej..597 kes jiyana xwe ji dest dan

Li Nepal erdhej..597 kes jiyana xwe ji dest dan

Li welatê Nepal îro şemiyê 25 / 4 / 2015`e erdhejke dijwar rû da û li gorî zanyariyên wezareta karê navxwe ya Nepal ragihandin 597 kes di encamp erdhejê de jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî enstituya jeofîzîk a Emerîka ragihand erdhej li gorî pîvana Rêxter bi hêza 7.9 bû û 15 erdhejên biçûk li pey xwe anîn.
Hate ragihandin ku di encama erhejêde welatiyên paytexta Nepal Kamendo ji metirsiya ku erdhej dupare bibe ji derveyî malên xwe mane û gele mal û war, wêranbûna û rûxyane.

Her wiha hate diyar kirin ku erdhejê bandor li çiyayê Hêmalaya jî kir, aşût hate xwarê û çiya ji ber hev ketin bi teybet li nêzî çiyayê Êvêrist.
Ji aliyeke din ate ragihandin ku di encama erdhejê de li paytexta Nepal Kamendo birca dîrokî "Darhira" hilweşiya.

Ajansa AFP ji aliyê xwe ve da xuya kirin ku li paytext Katmendo gelek dîwarên malan ketine xarê, her wiha çavdêran diyar kirin ku erdhejê nêzî 2 xulek û 30 çirke dimonad û bandor li ser seranserî sînorê Nepal ligel Hindistanê kir, her wiha hate ragihandin ku welatiyên paytexta Hindistan Delhî û paytexta Bangiladêş Deka jî hest bi erdhejê kirin.

PUKmedia / Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket