Seyfo… Sala şûr-ferman... MEDENİ FERHO

kurdistani 12:02 PM - 2015-04-25
MEDENİ FERHO

MEDENİ FERHO

Sedsala bîstan bi qirkirinan dest pê kir, bi qirkiranan bi dawî bû. Mixabin, êş û azara sedsala bîstan, radestî  sedsala bîstûyekê jî bû; qirkirin jî dewam dikin.

Di sedsala bîstan de,  qirkirina Ermenî,  Suryanî Asurî û Kurdan, ji yek destî derket. Balkêş e piştî sedsalî jî, qirkirina li hemberî  van gelan berdewam dike.  

Qirkirin, her dem bi armanca tunekirina gelan û hiştina li derî “dîroka total” têne kirin. Seyfo... Sala Şûr- Ferman  jî yek ji van qiririnan e...

Di mijara Seyfo de, “dîroka total” û dîroka fermî tiştên ji hev cûda dibêjin.

Em ne zarokên Fermanê ne, lê em bi çîrok, serpêhatî û vegotinên nifşê ku demjiyana tofanî jiya ne, mezin bûn. Lewra em dîroka fermî rast nabînin.

Maksî Hapsuno d’Basso, yek ji mirovê ku Seyfo jiya ye... Ji Helexê ye. Helex, (Tewrat dibêje) yek ji cihê mişextîkirina Cihuwan e.

Bi gotina Maksî Hapsuno, fermanê di sala “berfa sor” de (1911) dest pê kir.  Faîk Bulut jî, di pirtûka, “Di Sêkûçka Teng de Sê Şer” de behsa civîna li Êstilê û biryara Fermanê dike.

Maksî Hapsuno yê Mala Basso, Faîk Bulut rast derdixe û dibêje: Di sala 1911an de, Hacî Mehmed Azîz û Hamîdê Mala Miftî, bi navê dewletê dihatin gundan û dexle me teva ji me distandin û dibirin.

Hapsuno  dibêje: Mihemmed Şerîf Nehroz Kolagasi (serokê Şuba eskerî), Azîzê Mehmed Fermandarê Kolordu bû. (Mencê ya hevjîna Hiseynê Mehmed, biraziyê  hevjînê xwe, Nuriyê Ezîz, ji bo cilê efserên Tirk li xwe neke û di kolanên Midyadê de ne gere  şiyar dike, dibêje, “cilê romiyan li xwe neke, wê rojekê  bibe gunehkarî).

Bi gotina Maksî Hapsuno, “hikumet ew bûn.”

Di sala 1925-26’an de, bi îxbara Sadetin Îçoz, Mihemmed  Şerîf Nehroz, ji sedema alîgirê Haco û Mala Osman e, sirgunî Çanakale kirin.

Di çarçoveya “dîroka total” de, Maksî Hapsuno d’Basso, axayên ku tevlî Seyfo-Fermana Suryaniyên Midyadê bûne jî wiha di hejmerê:  Ahmed Axayê Ewênî, Ehmedê Silêman, Eliyê Osman, (Ji Omeriyên aliyê Cîzirê), Bozo Cemhur Rajnî, Şikriyê Tofo,  jI Dereberiyê Zarokên Îsayê Mihemmed, Izeddînê Temo (Gewrê), Xelîlê Xizalê, Ji Hebizbînê; Simayilê Mihammed, Yusuf Axayê Kercosê... Piştî ku ev axa, bi hêzên wan li Midyadê kom bûn; êrîşî Mala Îza Zettê kirin,  Suryaniyên di mala wek kelihekê de, teva kuştin. Li gorî Maksî Brahîm, xwîna mirovan 75 santimî (kabokek) bilind bû.

Bi êrîşa li ser mala Isa Zettê re, kesên weke Xelîlê Xizalê û Osman li gundan jî êrîşî Suryaniyan kirin. Osman li gundê Batê, biqasî 200 zarokan kuştin û ji banê dêrê de avêtin jêr.

Destîniya dîroka cografîk, îro jî, bi hovîtiya çeteyên DAIŞê derkete holê. Beşên jiyana civakî, ji beşên jiyana berî xwe nayê veqetandin.

Vêce;  di  van rojên ku tîrenda civaka rêxistinkirî ber bi mitikê jor ve bilind dibe, pêwiste disîplîna sosyolojîk, ji dest neyê berdan. Divê endesyarên civaka nû, stratejisyenên siyaseta demokratîk, nebin serxoşê serketinê, li  pêşketinan jî bi çavên mîyop nenêrin. Ji ber ku, hêzên Artêşa Tirk, di legerînên “seyfo-ferman”ên nû de ne û provaqasyonan dikin.  Suryanî jî ketine nava lêgerîneke “dîroka total” de ev serkeitnek e. Barê  “disîplîna akademîk” ku di encama 40 salî de hatiye bidestxistin giran dibe..

Bi gotina Ocalan, “demokrasî  ne çepgiran, rastgiran nîqaş dikir, lewra ew serketin”. Ev tê wateya “akl-i selîm” şert e.

Siyaseta Îmralî, têkoşîna bi pêşengiya Haraketa Azadiya Kurd (ji Zapê heta bi Koban û Şingalê), demokrasî kire rojeva çepgir, demokrat, civak û gelên cûda yên li Tirkiyê. Konseptek giştî heye; lê mînaka  Enver Paşa û “Kanuna Azadiyan” ku bû destpêka qirkirina Ermeniyan jî heye.  “Pakêta ewelekariyê” ya Erdogan jî heye!...             

Lewra, gotinên kesên weke Maksî Hapsunê d’Basso parçeyên ji  “dîroka total” in. Her aliyê bûyeran ronî dike. Ev qonaxa ku bi têkoşîna Kurdan hatiye bidestxistin, dengeyên dîroka fermî xerab kirine û riya dîroka rast vekiriye.

Dewşirmeyên mîratzede, bi plansaziyek staretejîk jî di nava tevgerek dijwar de ne. Di salvegera qirkirinan de, taqên zafernameya Çanakkale ava dikin. Yanîîîî, ha Enver û Talat Paşa, ha Erdogan û Dawudoglu Paşa...

Di vê “sathı meali”ya serketinê de, dive akl-i elîm  ji dest neyê berdan.

PUKmedia/Y.O.Politika

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket