Li Amedê pêşangeha Mucewherê ya Mezopotamyayê

kurdistani 10:11 AM - 2015-04-25
Li amedê pêşangeha Mucewherê ya Mezopotamyayê

Li amedê pêşangeha Mucewherê ya Mezopotamyayê

Pêşangeha Mucewherê ya Mezopotamyayê bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi hevkariya Odeya Zêrîngir û Serafan û Pêşangehkariya Sereksê cara pêşîn li Amedê vebû. Pêşangeh heta 26ê nîsanê vekirî ye, Serokên Odeyên Zêrîngiran ên 81 bajaran ligel 70 fîrmayan beşdarî pêşangehê bûn, li Navenda Pêşangeh û Kongreyê ya TUYAPê vebû û dê heta 26ê nîsanê bimîne vekirî.

Hevşaredarê Amedê Firat Anli, Serokê Odeya Zêrîngir û Seyarên Amedê Mustafa Akkul, Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiya Amedê Ahmet Sayar, Midûrê Giştî yê Pêşangehkariya Sereksê Gokhan Yardogan, Serokê Daîreya Çand û Turîzmê ya Amedê Muharrem Cebe, Waliyê Amedê Huseyin Aksoy û gelek karsaz beşdarî pêşangehê bûn.

Hevşaredar Firat Anli bi kurdî û tirkî mêvan silav kirin û dest bi axaftina xwe kir. Anli, bal kişand ku zêrîngiriyê rehên xwe li vê erdnîgariyê berdane û got, “Ji serdema ewil a madenkarî, sifirkarî û hesinkariyê vir de mirovên herî baş zêrîngiriyê dizanin mirovên vî erdî ne. Em mîratgirên Mezopotamya, Anadolu û Trakyayê ne. Bi saya vê pêşangehê hatina me ya cem hev gelekî watedar e. Gava Amed û zêrîngirî têne cem hev hêj xweşiktir dibin.”

Dema ku pêşangehê dom dikir, Serokên Zêrîngir û Serafan ji ber Parêzgeriya Amedê heta ber Şaredariya Bajarê Mezin “Meşa Aştiyê” pêk anî û piştre hevdîtin bi Hevşaredar Firat Anli re pêk anî.

PUKmedia/Şaredariya Amedê

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket