Ji bo Jinek weku sekreterê NY bê hilbijartin kampanya

kurdistani 04:41 PM - 2015-04-23
Ji bo Jinek weku sekreterê NY bê hilbijartin kampanya

Ji bo Jinek weku sekreterê NY bê hilbijartin kampanya

NY ji roja hatî damezrandin ji 70 salî ve, herdam seketerê wê yê giştî mêr bû, rêxistinên piştgiriyê didin wekheviya di navbera Jin û Mêr de û bi mebesya desthilatdariya mêr bi ser vê saziyê de biçkînin, dest bi kampanya hilbijartina Jinekê weku sekreterê giştî yê Netewên Yekbûyî kirin.

Rêxistina ( Wekhevî a Niha ) a navdewletî ku xwedî li pirên jinê derdikeve, roja çarşemê li rûpelên torên civakî dest bi kampanya piştgirî kirin li Jin ji bo postên birêvebir di nav sazî û dezgehên navdewletî bigre.

Kampanya di dest pêkê de, hewldide piştgiriya her pênc welatên herdem di encumena ewlehiyê ya NY de cih digirin bi dest bixe, ji ber sekreterê giştî ji aliyê wan vet ê diyar kirin û piştre civata giştî ya NY a ji 193 welatan pêk tê deng li ser dide.

Rawêjkara yesayî ya rêxisina "Wekhevî a Niha" Antonya Keyrkiland bi dxuyaniyekê got; Prosa hilbijartina sekreterê bê ya NY ji pêngaveke nû berve wekuheviya di navbera Jin û Mêr de derveteke mezine.

Û wiha pê deçû: Em hêvîdarin ji bo ev yek pêk bê, bêtir hêz û piştgirî bête kirin.

Tevgera Wekhevî a Niha hewildide di roja 27 Nîsanê de dema ku wê li civata giştî ya NY prosa hilbijatina sekreterê bê ya giştî bête guftûgokirin,  li ser rûpelên torên civakî Faceebok, Tiwîter û Timbilir dest bi çalakiyê bike û çalakiya xwe bi nav Baoz bi nav kir.

Kampanya rêxistina Wekhevî a Niha navê ti namzetekê bi teybet pêşkêş nake, lê lîsteyek dirêj ji navên jinên diplomatên Jin ên weku diplomat û serok dewlet erk wergirtine pêkêş dike û dide diyar kirin çendê Jin dikarê li erkên bê têne spartin xwedî derkeve.

Wergêr: Şêwrawî Mamo

PUKmedia / Reuters

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket