Zarokên Şengalî bafirok firandin

kurdistani 10:50 AM - 2015-04-23
Amed: Zarokên Şengalî bafirok firandin

Amed: Zarokên Şengalî bafirok firandin

Şaredariya bajarê mezin a Amedê ji bo zarokên Şengalî li joriya Pira Dehderî çalakiya firandina bafirokan li dar xist.

Birêveberiya şaxa zarokan a bi ser Serokatiya Daîreya Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo zarokên şengalî ku ji ber êrişên DAIŞê berê xwe dane Amedê û li vir penahende ne, şahiya bafirokan li dar xist.   

Li dora 100 zarokan beşdarî şahiyê bûn, demeke xweş borandin, şahî li joriya Pira Dehderî hate lidarxistin. Zarokan bi stranan bafirokên xwe berdan, kêfa biharê derxistin û bi vê şahiyê qeneb piçek êşên xwe ji bîr kirin.

PUKmedia/Şaredariya Ameda

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket