Li Dukanê merasîma 27 saliya enfala Dola Cafayetî

kurdistani 04:13 PM - 2015-04-22
Li Dukanê merasîma 27 saliya enfala Dola Cafayetî

Li Dukanê merasîma 27 saliya enfala Dola Cafayetî

Bi serpereştî û nûnertiya hikûmeta Herêma Kurdistanê Mehmud Hacî Salih û bi amadebûna hejmarek ji endamên encûmena nûneran a Êraqê û parlemana Kurdistanê û nûnerên partî , aliyên siyasî ên Kurdistanê , rêveberiya qeza Dukan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û hejmarek zor ji kesûkarên enfalkiriyan salvegera 27`emîn enfalkiriyên Dola Cafayetî û dewrûberê wê birêve çû.

Berya destpêkirina merasîmê, maratonekî bezê ji derwazeya Silêmanî- Dukan berve monomênta enfalê ya Dola cafayetî ku hejmarek werzişvanên navçeyê têde beşdarî kiribûn birêve çû.

Piştre jî gotara hikûmeta herêma Kurdistanê ji aliyê wezîrê şehîdan Mehmudê Hacî Salih ve hate xwendin û têde ronahî xiste ser mezinahiya karesata enfala Dola cafayetî û teqez kir ku enfal li gor planekî rêjîma jinavçûyê Baasê bi armanca jinavbirina gelê Kurd hate encam danê.

Hêjayî gotinê ye ku 27 sal berya niha di yekem proseya enfalê de rêjîma jinavçûyê Baasê bi mebesta qirkirina gelê kurd li Dola Cafayetî destpê kir. Proseya enfalê bi 8 qonaxan hate cîbicî kirinê û nêzîkî 182 hezar welatiyên Kurd hatin binaxkirin û windakirinê.

PUKmedia/Foto: Şalaw Ehmed

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket