117`mîn salvegera Rojnameya Kurdistan pîroz be
kurdistani 12:36 PM - 2015-04-22117`mîn salvegera Rojnameya Kurdistan pîroz be
117`mîn salvegera Rojnameya Kurdistan li tevahiya canpakiya şehîdên rojnamegerên Kurdistanê pîroz dikim..
Bi hatina 117`mîn salvegera rojnameya “Kurdistan” , ez vê roja pîroz û bihadar û pir bi nirx, li tevahiya rojnamevan , rewşenbîr , hemû çîn û tiwêjên gelê Kurd û Kurdistanê, bi taybetî giyan û canpakiya rojnamevan û wênegerên şoreşger yên li şerê Kobanê û Efrînê û Cizîrê û Şengal û Kerkûkê û Mexmûrê şehdî bûne pîroz dikim û hêviya serkeftin û serfiraziyê û bîr û ramanên azad bi awayekî berferehtir ji hemû kesekî pênûsdarê Kurd dixwazim.
Bi destpêkirina rengên jiyanê yên bihara Kurdistanê ya xweşbîn û rengîn, gupik û kûlîkên bax û baxistanên welatê rojê pişkiviyan û rojanameya Kurd ya bi navê Kurdistan jî . di mêjk û hizrên gelê me de, vejiya û bîranîna wê her sal di 22 nîsanê de te pîroz kirin.
Di hersal de û di roja 22-04-2010 an de, salvagera vêketina mûma yekemîn ya vebiriqandina navê rojnameya bi navê “Kurdistan” herdem li ser destpêka rûpelên rojname, Kovar, malper û serlêvan e. Her weha di wê rojê de destpêkirina dîroka weşana rojnamegeriya Kurdî hate bi destnîşan kirin û bûye bi rojeke girîng ji tevahiya gelê me re.
Weku têzanîn ku em hemû ji bo vê rojê xwe bi berpirsyar dibînin û ji bo pêşxistina pirojeyên azadiyên bîr û remanan û hizir û hişên neteweyî yên ku ji aliyê malbata welatparêz û ser rêberên Kurdan, Bedirxaniyan ve destpêkiribû, em baş dizanin ku ji roja rojê ve, kar û xebata wê malbatê mîna nasnameya me yê rewşenbîrî û çandî hatiye naskirin.
Di dîrok bînerê rastiya 117 salên borî de, yekemîn rojnameya Kurdî yê bi navê "Kurdistan" ku di 22-04- 1898’an de, ronahiya xwe da ser rûpelên dîroka gelê me yê aştîxwaz û mafperwer wek şoreşeke hizrî û ramanwarî we bû.
Her weha bi serpereştiya herdu bira yên ronakbîr û rewşenbîr, Miqdad û Ebdirihman Midhet Bedirxan Beg li paytexta Misirê Qahîreyê dest bi weşana hejmara yekemeîn ya Rojnameya Kurdistan kirin. Pitşre li Cinêv û Londin û careke din Qahîreyê berdewamiya wşanên xwe dikir.
Weke tê zanîn ku weşandina rojnameya Kurdistanê, mîna xebateke niştîmanperwerî û çandî ji aliyê hemû Kurdan ve tê naskirin. Ji bo berdewamîya wana di nava kar û xebatên şoreşa hizrî neteweyî kurdî de, dibe ev roj, bi rojeke cejin bê nasandin û bi taybet bi wergerandina we rojê bo warî piraktîkî û bi dilsozî bê pêşxistin û parestin.
Ev roj roja derketina hizrên rast û dirûstin, roja ronahîkirina rastiyên veşartîne, roja bi destxistina bîr û nêrînên azade, roja nehîştina sitem û ne rewatî li dijî gelê Kurde.
Baweriya min b pêşxstin û serkeftina vê rojê heye ji tekoşîna siyasî û ta tekoşîna hizrî, bi reaneke azad dibêjim salên li pêş me, dê bibin salên azadî û serfiraziya gelê Kurd û Kurdistan.
Ji ber vê rojê, ez roja rojnamegeriya Kurdî li tevahiya gelê Kurd û Kurdistanê pîroz dikim û serkeftina rojnamegeriya rasteqîna a dûr li ecnîde û partîtiya teng û desthilatê, li pênûsdarên gelê xwe yên bi wîjdan pîroz dikim.
Hozan Efrînî
22-4-2015
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24
zêdetir tamaşe bike
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25 -
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26