Santrala Tavê ya Sumerparkê sibê vedibe

kurdistani 07:02 PM - 2015-04-20
Santrala Tavê ya Sumerparkê sibê vedibe

Santrala Tavê ya Sumerparkê sibê vedibe

Şaredariya me, li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê Bazgeha Tavê danî û sibê ev projeya nimûne tê vekirin û dest bi kar dike....

Şaredariya me bi mebesta ji enerjiya venûjer sûdê wergire “Projeya ku Sumerparkê Veguherîne Parka Tavê” pêş xist. Ev bazgeh sibê saet 13.30an li Sumerparkê bi beşdariya Hevşaredar Gultan Kişanak û Firat Anli bi daxuyaniyeke çapemeniyê tê vekirin.

Şaredariya me, “Projeya ku Sumerparkê Veguherîne Parka Tavê” qedand û Bazgeha Enerjiya Tavê ku 500 kW xwedî şiyan e ava kir. Bazgeha Enerjiya Tavê ku li Kurdistanê ya destpêkê ye, 2000 fotovoltaik panel û 17 înverter lê hatin montekirin. Bi saya vê bazgeha ku salane dê nêzî 800 MW enerjiyê bijene, dê pêdiviya elektrîkê ya Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê bête bicihanîn. Bi vî awayî salane dê rê li 638.365 kg/a  emisyona korbondioksit jî were girtin. Enerjiya ku ji vê bazgehê zêde were hilberandin jî dê bifiroşin şîrketên belavkirina enerjiyê û pê dahata şaredariyê çêbe.   

8 mehan hate çêkirin
 
Projeya Veguherandina Sumerparkê ku ji ber prosedûrên fermî 8 meha kêşa qonaxa montajkirina panelan jî mehekê domand. Piştre jî bi qonaxa pejirandinê ya Wezareta Enerjiyê û Midûrtiya Giştî ya TEDAŞê, karê dewrgirtina şîrketa belavkirinê re girêdana pergalê hate qedandin. Bi vî awayî armanc e ku enerjiya zêdeyî pêdiviyê were firotin. Di çarçoveya projeyê de avakirina Atolyeya Tavê jî wek mebest danîne ber xwe. Bi atolyeyê, ji bo akademisyen, xwendekarên lîsansê, hewlkarên dixwazin vî karî bikin binesaziya perwerdeyê hate danîn.  

 Mebesta projeyê çi ye?

 Mebesta vê projeyê, Ameda ku gelek tîrêjên rojê dibîne, bibe bajarek ku sûdê ji enerjiya tavê werdigire.

Ji aliyê din ve, li dijî santralên termîk, bendav û HESan enerjiyeke dostê xwezayê ya alternatîf bête vewejandin.

Plan ew e ku li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê, rojên tav zêde, enerjiya kut ê vejandin bê firotin û enerjiya Sumerparkê tev ji vê bazgehê bête bidestxistin.

Jêder; Malpera Şaresariya Amedê...

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket