Wezîrên kantonê perwerdeya zimanê Kurdî dibînin

kurdistani 09:45 AM - 2015-04-20
Wezîrên kantonê perwerdeya zimanê Kurdî dibînin

Wezîrên kantonê perwerdeya zimanê Kurdî dibînin

Tevgera Ziman û Perwerdeyê (TZP) li bajarê Qamîşlo dewreyeke zimanê kurdî ji 40 şagirtî re da dest pê kirin. Di nava şagirtên ku beşdarî dewreyê bûne. Serok û cîgirên desteyên Meclîsa Rêveber ên Kanotona Cizîrê  jî hene.

Tevgera Ziman û Pirwerdeyê (TZP) li dibistana El- Şerîf Rîda ya taxa Xerbî ya bajarê Qamîşlo bi merasîmekê dewereyek Zimanê Kurdî ji 40 şagirtî re da dest pê kirin. Di nava şagirtên ku beşdarî dewreyê bûn Serokê Desteya karûbarên Şehîdan a Kantona Cizîrê Rêzan Gulo, Serokê Desteya  Parastinê Ebdil Kerîm Sarûxan, Cîgirê  Serokê Desteya Zimhêrê Tewfîq Tahir û Rêvebera buroya ragihandinê ya Desteya Karûbarên Şehîdan Solîn Mihemed Emîn jî  hene.

Tê payîn ku wê dewre 2 mehan dirêj bike û wê şagirt waneyên asta yekmîn ji rêzimanê zimanê kurdî bibînin.

PUKmedia/ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket