“Hêzên Tirkuman, Kakayî, Şebek qebûl dikin, lê ya Êzîdiyan qebûl nakin !”

kurdistani 12:18 PM - 2015-04-12
Hêza Turkman, Kakayî, Şebek qebûl dikin lê ya Êzîdî qebûl nakin

Hêza Turkman, Kakayî, Şebek qebûl dikin lê ya Êzîdî qebûl nakin

Cîgirê fermandarê Hêzên Parastina Şengalê, Dawud Cundî ragihandiye ku hikûmeta herêmê hêzênTirkuman, Kakayî, Şebek û mesîhî qebûl dikin lê ya Êzîdiyan qebûl nakin. Her weha Cundî egerên revandina fermandarê HPŞ (Heyder Şeşo) aşkira dike û radighîne ku divê bi lez Şeşo bête azad kirinê.

Di çavpêkeftinekê li gel rojnameya Kurdistanî Nwê de, cîgirê fermandarê Hêzên Parastina Şengalê, Dawud Cundî got: Li gundê Xanikê ya ser bi qeza Sêmêlê ya ser bi parêzgeha Duhokê di demjimêr 9:00 şev Heyder Şeşo hate destgîr kirin. Ew hêza ku ew girtin jî bi gotina wan asayîş bûne û ser bi hêzên asayîşa Partiya demokrata Kurdistanê PDK bûne. Lê mixabin tu nameyekî fermî ya dadgehê bo girtinê tunebûye. Piştî ew grup çûn grupekî dinê şandin û dest danîn ser hejmarek otombêlên ser bi HPŞ yên li cihê girtinê bûn, her weha hejmarek kompûterên laptop  û hindek kelûpelên dinê yên hêzên Parastina Şengalê bûn desteser kirin.

Dawud Cundî cext li wê yekê kir ku wan serdana fermangeha asayîşa Sêmêlê kirine û pirsyar kirine lê wan gotiye ku Heyder Şeşo liba wan nîne û gotin ku hêzên wan neçûne bo destgîrkirina Şeşo. Heya niha jî haaya wan nîne ku Heyder Şeşo li ku girtiye.

Dawud Cundî bal kişand ser avakirina Hêzên Parastina Şengalê û got: Roja 8/3/2014 wate piştî ew karesata ku hate serê Êzîdiyan li navçeya Şengalê û piştî ku hêzên pêşmerge ku bi Zêrevanî tê naskirinê ku parastina navçeyê li stuyê wanbû paşve kişiyan, Hêzên Parastina Şengalê (HPŞ) bi fermandariya Heyder Şeşo me ava kir.

Cundî got: Ji destpêka avakirina HPŞ bi berdewam em li gel DAIŞ di şer de bûn bi şev û roj bi deqe û saat em rûbirûyê DAIŞ dibûn. Li hemberî wê jî bi berdewamî guvaşên siyasî ji aliyê Partiya Demokrata kurdistanê li ser me hebû daku wê hêzê hilweşîne.

Di berdewamiya axaftina xwe de cîgirê fermandarê HPŞ`ê Dawud Cundî got: Hêzên Parastina Şengalê hêza rasteqîne li ser erdê heye û bi dijwarî şerê DAIŞ dike. Çendîn car em li gel serokê Parlemana kurdistanê û serokê lijneya pêşmerge li parlemanê rûniştin û bi berdewamî jî pêwendiya me li gel wezîrê pêşmerge hebûye û me daxwaz kir ku me bixin beşek ji hêzên bergîrîkirina Kurdistanê û ev hêz bibe ser bi hêzên pêşmerge ên Kurdistanê û ser bi wezareta pêşmerge bêt lê belê mixabin wan qebûl nekirin . di demekê de hêzekê ji bo Kakayiyan pêkhatiye, ji bo turkmanan û şebek û mesîhiyan heye lê belê red kirine ku hêzek bi navê Êzîdiyan  pêk were. Ev çar mehin em li benda bersivê ne.

Dawud Cundî libarê helwesta Bexdadê li hemberî hêza HPŞ`ê jî got: Bexdadê çi guvaş ji bo hilweşandina hêza me nekirine. Destpêka meha kanûnê de min bi xwe serdana serokatiya komara Êraqê kir û serokomar pêşwazî li me kir û ji aliyê desteya Heşd Şe`bî ve piştevaniya lojistî pêşkêşî me kirin û hevkariyaa madî jî pêşkêşî me kirin, hikûmeta navendî alîgiriya me dike û hemû pêdiviyên hêzên me cîbicî kirine.

Cîgirê fermandarê HPŞ libarê aşkirakirina çarenivîsa Heyder Şeşo jî got: Hêzên Parastina Şengalê hewlên xwe ji bo azadkirina Heyder Şeşo dide , hêvîdarin hikûmeta herêma Kurdistanê bi rola xwe rabe. Jiber ku ev rûdan derdixe holê ku asayîşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê ne parastî ye.

Li dawiya axaftina xwede Dawud Cundî teqez kir ku,  rûdana girtina Heyder Şeşo di demjimêrên şevê de û bi veşartî û nebûna belgeya yasayî ev hemû wê yekê derdixin ku bûyer revandine neku destgîrkirin.

PUKmedia/Kurdistanî Nwê/ Werger : Xoşnav Hisên

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket