Ruxana dîktatorekî dîrokek nû li Êraqê tomar kir

kurdistani 12:40 PM - 2015-04-09
Ruxana dîktatorekî dîrokek nû li Êraqê tomar kir

Ruxana dîktatorekî dîrokek nû li Êraqê tomar kir

Di 20/3/2003`an de Emerîka û hevpeymanan bi mebesta jinavbirina rêjîma Baass ya jinavçûyî û rizgarkirina welatiyan li jêr destê ew rêjîma dîktator êrişên asmanî li Êraqê destpê kirin û di roja 9/4/2003`an de Bexdad paytexta Êraqê bi temamî hate rizgar kirin û peykerê dîktator Sedam Husên li paytexta Êraqê hate ruxandinê. Ku ew jî ji bo Êraqiyan weku xewnekê bû. Îro jî 12 sal li ser wê rojê de derbas dibe.

Proseya azadiyê destpê kir

Roja 24/2/2003`an li proje biryarekî (Emerîka, Birîtanya, Ispanya) de amaje bi wê yekê hate kirin ku “jibo hevkarînekirina wî welatî li meseleya geran û pişkînîn bo çekên komkujî, niha dema wê ye ku hêz li dijî Êraqê bê bikaranîn.” Ev jî di demekê de bû ku her yek li Fransa û Almanya û Rûsya daxwaz kirin ku berdewam bin li gel hikûmeta Êraqê û dema pişkînînan û goftûgokirinê dirêj bikin jib o ku şaşîtiyek rasteqîne bo bidestînana çareseriyekî aştiyane di navbera lijneya wizeya etomî û hikûmeta Êraqê di wê demê de bête guherîn.

Pişkînîna çekên komkujî

Sedam Hisên wê demê hebûna çekên kîmyawî red kir, lê belê heyva destçêkirî bi berdewam çavdêriya guhertina cihên çekên wî dikir ku di dema hatina lijneya pişkînînê bo Êraqê li pey digeriyan, heya ku cara dawîn di civînekî taybet de dosyeya Êraqê li neteweyên Yekbuyî hemû belge û dokomênt bi rêya sînemavizyon û bi aşkira ji aliyê wezîrê derve yê Emerîka yê wê demê Koln Paul bo raya giştî ya cîhanê aşkira kir, her weha piştî ruxana rêjîma be`sê goman li ser aşkirakirina ew dokomêntane dirustbûn, lê belê ewe fakterekî giring bû jib o ku Emerîka biryara destpêkirina şer bide.

Goftûgo di navbera welatan de berdewam bû, Emerîka û welatên hevpeyman roj bi roj bi şandina serbazan li sînorên Êraqê nêzîk dibûn û berve bingehên serkirdayetiya navendî li Qeterê dihatin rêxistinkirin.

Destpêka proseyê

Roja 17/3/2003`an serokê Emerîka yê wê demê Corc W. Boş yê kur ragihand ku ew muleta 48 demjimêran didin Sedam Hisên û kurên wî taku Êraqê bi cî bihêlin, eger na di wê demê de şer destpê dike, lê belê Sedam Hisên guh neda wê dema diyarkirî û şeva 20/3/2003`an di demjimêr 2:30 xulek nîvê şevê bi dema girinîtç , yekem gorza serbazî ji aliyê hêzên Emerîkayê rabûn û bombardimana navçeyên hestyar destpê kirin, piştre jî Corc Boş ragihand ku wan bombardimana yek ji ew koşkên ku Sedam Hisên tê de bû kirine ewe yekemîn destpêkirina proseya azadiya Êraqê bû.

Piştî sê heftiyan hêzên hevpeyman bi bê tu astengiyek berê xwe dane Bexdadê  û roja 9/4/2003`an peykerên Sedam ruxandin, bi vê yekê dawî li desthilata diktator hat ku 35 salan hukimê Êraqê dikir û gelê xwe diçewsand, dawiya vî şerî bi 0bilind kirina ala Êraqê û danîna ala Emerîka hat û serbazê dawî yê Emerîkayê jî di 18/12/2011`an axa Êraqê bi cî hêşt.

Êraq ji rêjîmekî diktator rizgar bû, axa wê dan bi xwediyên xwe û destura nû hate danîn û gelê wê deng li ser da. Eve 11 sale proseya azadiya Êraqê encam daye, lê belê ji ber nakokiyên siyasî û nebûna baweriyê bi hev û du. Ewên ku rewşa Êraqê ragirtiye û nehêştiye berve şerekî tayîfî û xwînrêjî biçe heya niha kurd bûne, hebûna semam emanê Êraqê Serok Mam Celal bûye, rola serkirdeyên Kurd bûye, piştî 11 sala serkirdeyên naverast û başûrê Êraqê ji ber pêşxistina berjewendiyên xwe li hemberî perjewendiyên gel li navçeyên naverast û başûrê Êraqê bûye sedema ku ew rewşa xuliqandiye û gel bûye qurbana hevrikî û pevçûnan. Li gor raportekî rêxistineke Birîtanî ku taybete bi komkirina hejmara qurbaniyên kiryarên tundûtîjiyên li Êraqê belav kiriye, li piştî proseya azadiya Êraqê li sala 2003`an heya niha zêdetir li 170 hezar kes ji ber berdewamiya tundûtîjiyê hatine kuştin û ji wê rêjeyê jî 122 hezar welatiyên sivîl bûne. 

Wê rêxistinê amaje bi wê yekê jî kiriye ku heya niha rêjeya tundûtîjiyê bilindin û hemû salekê çar heya pênc hezar kes têne kuştin û Bexdad bi metirstirîn bajar bi nav li Êraqê dike ew jî ji ber wê yekê ye ku ji %48 `ê wan qurbaniyan li wî bajarî hatine kuştin û salên 2006 û 2007`an xwînawtirîn sal bûye li Êraqê.

Mubarek bo Sedam: Birayê min niha baştirîn deme ku dest ji kar bikêşe

Rojnameyekî merakeşî naveroka nameya Serokê Misrê yê Berê H0usnî Mubarek bo Sedam Hisên li pêş êrişa Emerîka bo ser Êraqê belav kiriye ku li gor naveroka nameya Husnî Mubarek tembî li Serokomarê Êraqê yê wê serdemê kiriye û jêre gotiye: “Birayê min, niha baştirîn deme ku dest ji kar bikêşe. ”

Eve jî naveroka husnî mubarek ku jibo Sedam Hisên şandibû ku di rojnameya El – fecir ya Merakeşî de hatibû belav kirin: “Birayê min, niha baştirîn deme ku dest ji kar bikêşe. Taku gelê Êraqê rastî ziyanê nebe û tu jî li kijan welatî bixwaze biçe wir û li wir nîştecî bibe.
Lê belê eger yek gule jî bê berdan ji bilî ku gelê Êraqê rastî kêşeyan bibe, tu welatek amade nabê te wek penaber jî qebûl bike, ji ber vê pirsa mirin û jiyanê û şikestbûnê û serkeftinê li beramber Emerîka tu wateya xwe tune ye guh bide tembiya min ebu Udey.”
Rojnameyê piştî belavkirina nameyê nivîsiye ku, cenabê Mubarek tikaye bo carek din wê nameyê jib o xwe bixwîne û tenê yek tiştî tê de biguhere, ew jî li şûna Ebu Udey bêje Ebu Cemal.

Sedam Husên kiye?

Sedam Husên Ebdulmecîd Tikrîtî ye ku ser bi eşîreta bîcat bûye û di sala 28/4/1937`an li gundê Uce ku 23 k.m li bajarê Tikrîtê dûre ji dayîk bûye.

Rewşa derunî ya Sedam berya êrişê

“piştî destpêkirina yekem êrişa Emerîka, Sedam Hisên dest bi girî kir û Quran xwend”

Zêrevanekî taybet yê Sedam Hisên aşkira kir ku hemû planên serokê berê yê Êraqê bo berngarbûna artêşa Emerîka her ji destpêkê ve şikestin xwar û reva bi kom ya fermandeyên serbazî û qutbûna peywendiyan li gel wan bûne egera ruxana zû ya rêjîma Be`sê û ketina Bexdada paytext.

Di salvegera ruxana be`sê û destpêkirina şerê Êraqê de pismamê Berzan Tikrîtî ku zirbirayê Sedam e û efserê mezin li tîma taybet yên zêrevanên Sedam muqedem Selam Ebid Hisên Tikrîtî di hevpeyvînek taybet li gel rojnameya Qudis El – Erebî de ya çapa Londonê ragihandiye ku, Sedam heyvek berya şerê Êraqê hemû karên wî tenê li gel berpirsên artêşê û serokên hozan û berpirsên be`sê kom dibû û dibêje: “Mehekê Sedam Hisên bi şev û rojekê de ji 3 demjimêran zêdetir xew nedikir.”

Muqedem Selam Ebid Tikrîtî ku heya dawiya ruxana Be`s û rêjîma sedam û girtina Bexdadê li gel Sedam de mabû, bal dikşîne ku hejmara zêrevanên taybet yên Sedam Hisên 34 kes bûn û dibêje: “Tişta ku bala min dikşand, berya hilbûna şer, Sedam zêdetir guhê xwe dida berpirsên Be`s û fermandeyên artêşê û kêm diaxivî.”

Selam Tikrîtî ev yek jî aşkira kir ku, şeva yekem ku Emerîka Bexdad bombardiman kir li şeva 17/3/2003`an Sedam di civînekê li gel komek berpirsên Be`sê bi amadebûna Izet Durî de bû û amadevanên civînê guhê wan li dengê moşekbaranê bûn, piştî wê jî yekser Qusey kurê Sedam daxwaz ji bavê xwe Sedam Hisên kir ku bi lez gotineke xwe binivîse û tomar bike taku jib o dilniyabûna xelkê û fermandeyan belav bike, çûnkî Emerîka wê demê weha belav kiribû ku di wê moşekbaranê de armanc Sedam Hisên bi xwe ye.

Tikrîtî berdewam dike û dibêje: “Demekê nexweş bû, lê belê Sedam berdewam digot (Ey Xweda rihmê li Êraqiyan bike), piştre rûnişt û dest bi quran xwendinê kir û 10 xulekan bi kul û hêris giriya..” bi gotina zêrevanê taybet yê Sedam Hisên pişt dawîbûna yekem êrişa Emerîka li Bexdadê, Serokê berê yê Êraqê ferman daye fermande û deste û peywendiyên taybet ku dakevin kolanan bo bilindkirina morala cemawer û cîbicîkirina plana emnî û dibêje: “Piştî belavkirina gotina wî ya tomarkirî di televizyonê de Sedam çaverêya nûçeyên xweş dikir, lê belê bê hêvî bû.”

Sebaret bi necîbicîkirina fermana Sedam Hisên ji aliyê dazgeha sîxûriyê bo lêdana bingehên Emerîka yên li Kuwêtê bi moşekan, muqedem Selam Tikrîtî wê yekê aşkira dike û dibêje ku, Sedam ferman derxist ku artêşa Êraqê bingehên Emerîka li Kiwêtê moşekbaran bikin, lê belê du roj bi serda derbas bû û fermana wî nehat cî bi cî kirin û ew ji vê yekê şaş ma. Bi gotina Tikrîtî, Sedam kurê xwe Qusey bi xwe raspardibû ku bi xwe biçe bajarê Besra û lêkolînê li sedema ne êrişkirina artêşa Êraqê bi ser bingehên Emrîkiyan bike. Dema ku Qusey vekolîn kiriye derketiye hole ku hejmarekî bi kom yên reva ji rêzên artêşê heye bi taybet ji aliyê fermandeyên taybetmend û pisporên moşekbarankirinê û vê yekê jî Sedam û Qusey neçar kiriye ku fermandeyên nû li cihên wan deynin û dibêje: “Ew guhertinên fermandeyan demekî zor xwar û balafirên Emerîkayê jî di wê demê de 30 yekîneyên peywendiyan a artêşa Êraqê ku giringtirîn bingehên Raşîdiyeyê ya li nêzîkî Bexdadê û Umare ya li başûrê Êraqê bûn têkşikand û 100 betariyên moşekan felc kir.”

Selam Tikrîtî cext li wê yekê jî kiriye ku di 20/3/2003`an de sê fermandeyên feyleqan pêşniyara wê yekê li Sedam kirine ku serbazên xwe bikşînin nava bajaran û wî jî ew yek red kiriye û bi (Xwekuştina bi kom) ew pêşniyar bi nav kiriye.

Selam Tikrîtî di hevpeyvîna xwe de behsa wê yekê dike ku, di roja 9/4/2003`ande ku roja ketina Bexdadê bû, Sedam Hisên hewldaye peywendî bi Tariq Ezîz û Mihemed Seîd Sehaf ve bike ku bi hevra berve bakûrê Bexdadê ve birevin, lê belê serkeftî nebû, pasavanê Sedam bi hêrse li ser wê yekê piştî ruxana Be`sê jî ku Sedam bi xwe grûpên çekdarî bo berngarbûna Emerîka pêk aniye û bi hevkariya Izet Durî plan hatiye danîn û serpereştiya rêxistinê kirine.

Derbarê destgîrkirina Sedam Hisên jî Selam Tikrîtî dibêje: “Zêrevankî din yê Sedam Hisên yê bi nave Mihemed Îbrahîm e, cihê Sedam aşkira kiriye, û dema ku Sedam hatiye girtin jî li ser nimêjê bû haya xwe ji wê yekê nebû.” Li gor gotina Selam Tikrîtî ewê ku cihê Sedam aşkira kiribû pismamê wî bi xwe bûye.

Sedam çi dibêje? Çawa hate girtin?

Jibo sûd wergirtin li yasaya (Azadiya Zanyarî) ya Emerîkî, arşîva neteweî ya wî welatî komek nivîsîn û hin dîmenên dazgeha lêkolînê yên FBI`yê li gel serokê pêşîn yê Êraqê Sedam Hisên, li ser tora Înternêtê belavkiribû, di wan nivîsan de ku ji aliyê lêkolerê Emerîkî Corc Bîro ve bi zimanê Erebî  û di navbera heyva Sibatê û Huzêrana sala 2004`an  de li girtîgeha Kroprî ya Bexdadê encamp daye, Sedam Hisên behsa veşartiyên jiyana xwe dike û şer û egera êrişa li beramberî emerîka yê dike.

Li gor wê dosya hatiye aşkira kirin her ji destpêkê ve Sedam tişta ku jibo efserê emerîkî û Erebî zan re Corc Bîro aşkira kiriye li bare ew mezrayê ku di heyva 12/3/2003`an de tê de hatitye girtine, heman ew mezrayeye ku li sala 1959`an ku li paş hewla terorkirina Ebdulkerîm Qasim, xwe tê de veşartiyeye.

Li ser pirsekê ku gelo hîç rojekê wî hewla wê yekê daye ku kesên kopiyê xwe bikarbîne, gelo ev çîrok rastin ku kesên hevşêweya we li Êraqê de belavbûne?, Sedam Hisên bi devliken gotiye: “Eve fîlma sihriye û xeyala nava fîlmên sînemayê de ye û tu rastiyek weha tune ye.”

Her weha Sedam gotiye: “Çi demî min nibîhîstiye ku hevşêweyên kurên min jî hebin.”   Her weha aşkira kiriye ku şeva 11/4/2003`an yanê du roj berya ketina Bexdadê, Sedam li nava paytextê mabû, dema ku dilniya bû ku bajar ketiye, êdî bi cî hêştiye û berê xwe daye Tikrîtê. Sedam ev jî ji wî lêkolerî re gotiye, jib o ku cihê wî aşkira nebe , wî di 13 sal piştî şerê Kiwêtê tenê du caran bi telephone axiviye… tu caran jî du şevan li ser hev li yek cihî û li heman şûn xew nekiriye û her tim cihê xwe guheriye.

Li bare çîroka destgîrkirina xwe jî Sedam ji wî lêkolvanî re gotiye ku, “Ew xiyanetekî şexsî bûye û ew kesê ku cihê min aşkira kiriye di pêşerojê de nifş bên wê jê nefret bikin.”

Ew dosyên ku hatine nivîsîn didin zanîn ku di rûniştinên lêkolînê yên li gel Sedam ji efserê Emerîkî re ragihandiye ku, ew kesekî siyasî nîne û ew ji siyasetê jî hez nake, eger siyasî bûya wiyê firt û fêl bikar anîba. Her weha dayî xuyakirin ku bi zanebûn û bi derewî wêneyekî weha ji cihanê re hatiye dirust kirin ku çekên komkujî heye “Jibo ku Êran cave xwe nebire bo dagirkirina Êraqê û ji rêjîma Be`sê bitirse.” Her weha “jib o ku li pêşiya rêjîma Êranê lawaz dernekeve çûnkî tundrewên wî welatî çavên xwe berdabûn welatê wî.” Sedam berya ku Emerîka êrişî bike ser Êraqê ji Emerîkiyan re ragihandiye ku: “Min bîra wê yekê kiribû ku peyamekî du qolî li gel Emerîka bo parastina asayîşa Êraqê li hereşeyên Êranê mor bike.”

Biro behsa vê yekê jî kiriye ku carekê bi zorê Sedam Hisên neçar kiriye ku temaşeyî fîlmekî Birîtanî bike ku behsa serkutkirina Şî`e ji aliyê Sedam ve dikir, lê belê wê fîlmê tu karîgerî li navbirî nekir û xwe nekiriye xwediyê dîmenên wê fîlmê.

Li gor belgenameyan, nîgeraniya Sedam ewbûn ku, şiyana Êranê di pêşveçûnekî mezin de ye û Êraq jî di bin ambargoyê deye ,  her weha Sedam bêhna tu cureyên peywendî li gel Usama Bin Ladin û rêxistina Qaîdê red kiriye û weha gotiye: Bin Ladin kesekî demargîre û Be`s jî partiyekî layîqe e (Ilmanî)`ye û ji aliyê kesekî mesîhî ve hatiye damezrandin.

Sedam gotiye: Baweriya min bi Xwedê heye lê belê ez ne demargîrim …. Nabê ol û desthilat tevlî hev bê kirin.” Sedam gotiye: “Tucarî cave min li Usame Bin ladin neketiye nêrînên me li ser tiştan wek hev nîne.”

Rûdanên paş ruxana Sedam

Piştî dawîbûna şerê Emerîka û hevpeymanên wê li Dijî rêjîma Be`s, di dema 11 salên borî de çendîn buyer rûdan ku poiraniya wan rûdanan jî bi xwîn bûne lê ya herî diyartirîn ev in:

2003
    19/3 destpêka êrişa Emerîka li ser Êraqê û girtina Bexdadê û ruxandina peykerê Sedam Hisên,      George Boş yê kur dawiya şer ragihand û hilbijartina encûmena desthilatdariyê ji aliyê emerîkayê ve û girtina Sedam Hisên.
       2004
-    Riswayiya girtîxaneya Ebu Xirêb
-    Zêdebûna êrişên neyarên Emerîka.
-    Guhastina desthilatê bo hikûmeta demî ya Êraqê.
-    Amadebûna Sedam Hisên li dadgehê.

2005
-    Mam Celal bû Serokomarê Êraqê 6/4/2005
-    Hilbijartina encûmena demkî.
-    Pesendkirina destura nû ya Êraqê.
-    Hilbijartina hikûmet û parlemanê.

2006

-    Çandina bomban li Samura.
-    Piştî çend meh gotûbêjên rêkeftina parlemanê li ser hikûmeta nû.
-    Kuştina Ebu Mes`b Zerqawî rêberê Qaîdê li Êraqê.
-    Darvekirina Sedam Hisên.
        2007
-    Zêdekirina hêzên Emerîka li Êraqê.
-    Riswayiya Blak Water.
-    Dawîbûna erkê Birîtanya bo parastina asayîşa Besre.
      2008
-    Serkutkirina milîsan li Besrayê bi fermana Malikî.
-    Rêkeftin li ser cekêşana hêzên Emerîka di sala 2011`an de.
-    Rojnamevanekî Êraqî pêlavekê davêje Boş, piştî serdana xwe ya Bexdadê.
     2009
-    Guhastina berpirsyartiya asayîşa navçeya kesk  bo Êraqiyan.
-    Hêzên Emerîka ji bajaran derketin.
-    Berdewambûna tundûtîjiyan.
2010
-    Li sêdaredana Elî Kîmyawî.
-    Vekişyana hêzên Emerîka.
-    Piştî heşt mehan rêkeftina aliyan li ser dabeşkirina desthilatê.
2011
-    Zêdebûna tundûtijiyê.
-    Temambûna vekêşyana hêzên Emerîka ji Êraqê.
-    Biryara girtina cîgirê yekem yê Serokomarê Êraqê Tariq Haşimî.
2012
-    Lidarxistina kongireya komkara Erebî li Bexdadê.
-    Hukimê darvekirinê li ser cîgirê yekem yê serokomar Tariq Haşimî.
-    Nexweşketina Serokomar Êraqê Mam Cela û gihêştina Almanya.

Rola Serok Mam Celal

Piştî ruxana rêjîma Baas di sala 2005`an de Mam Celal wek yekem serok komarê Êraqê ku Kurd bû hate hilbijartin, Serok Mam Celal rolekî xwe ya berbiçav hebû ji bo pêkvejiyana Êtraqiyan û hemû hewlên xwe ji bo xizmetkirina Êraqiyan bi bê cudahî bûye heya wê dema ku nexweş ketiye û sefera derveyî welat kir û êdî nexweşî li Êraqê jî serî hilda.

Hemû neteweyên Êraqê rola serok Mam Celal bilind dinirxînin û dibêjin rêzdar Mam Celasl take kes bû ku karî hemû pêkhateyên Êraqê kom bike, kes nikare siyaseta Mam Celal dubare bike, rêzdarî bi zanayî û zîrekiya xwe Êraqî weku bira lihev kom kiribûn. Ji ber vê yekê jî niha pêwîstiya Êraqê bi kesekî weku Mam Celal heye û hemû pêkhate behsa vê yekê dikin, çûnkî fereh netew û fereh mezhebe.
Dubarebûna şer û pevçûnan li Êraqê lê vê carê cudatir...

Di sala 2014`an de dubare Êraqê rastî nehametî bûye û di roja 9/6/2014`an de grupa terorîstî DAIŞ êriş kir ser bajarê Musilê û karî wî bajarî kontrol bike û bi dehan serbazên artêşa Êraqê şehîd kirin û bi wê yekê ranewestiya û êrişên xwe xortir kir û karî parêzgeha Selahedînê jî dagîr bike.

Şerê terorîstên DAIŞ ji wê demê ve berdewame û heya niha bi sedan serbaz û welatî şehîd kirine û terorîstên DAIŞ bi awayekî herî hovane êrişî welatiyan dikin û komkujiyan encam didin û ya herî diyar jî komkujiya Sipayker û jenosîda Kurdên Êzîdî bûye.

Terorîstên DAIŞ`ê piştî dagîrkirina parêzgeha nînewa û çend bajarekî parêzgeha Selahedînê êriş kirin ser Şengalê û karîn bi dehan welatiyên Kurdên Êzîdî şehîd bikin û bi sedan welatî jî birevînin û winda bikin.

Her weha ji aliyekî dinê ve jî DAIŞ berdewame li ser êrişkirina ser sînorên Herêma Kurdistanê lê belê hêzên pêşmerge ên Kurdistanê bi tundî bersiva êrişa terorîstan didin û di wan şeran de nêzîkî hezar pêşmerge şehîd bûne.

Heya niha şerê li dijî terorîstên DAIŞ berdewame û piştî rizgarkirina bajarê Tikrîtê , hewl ji bo rizgarkirina bajar û bajarokên din ên Êraqê berdewamin.

PUKmedia/Xoşnav Hisên

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket