300 rêxistin û kesayet wê ji bo konferansa avakirina Kobanê bêne vexwendin

kurdistani 05:54 PM - 2015-04-06
Hevserokê şaredariya Amedê banga tevlêbûnê kir

Hevserokê şaredariya Amedê banga tevlêbûnê kir

KCD, KJA, Komeleya Piştevaniya Rojava, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ÎHD, Baroya Amedê û saziyên sivîl, banga tevlîbûna  “Konferansa Avakirina Kobanê” ku dê di 2-3’yê Gulanê de li Amedê bê lidarxistin kirin.

Saziyên navborî ku pêşengiya konferansê dê bi dirûşmeya “Ji bo Kobanê tu jî kevirekî deyne” bê lidarxistin dikin, derbarê mijarê de li ber Salona Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli daxuyanî xwend û diyar kir ku li Kurdistan û Tirkiyê nêzî 300 rêxistin û kesayet wê ji bo konferansê bêne vexwendin. Anli da zanîn ku wê li avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî têkildarî mijarê ofîsek bê vekirin.

Anli da zanîn ku Kobanê bi tena serê xwe nikare xwe bi ser hev ve bîne û wiha got: “Wê ji çar parçên Kurdistanê, Tirkiyê û qada navnetewî gelek kes û rêxistin tevlî konferansê bibin. Kobanê di sê aliyan de hêjî dibin dorpêça DAIŞ’ê de ye. Tenê alîkariya mirovahî di deriyê Murşîtpinarê de dikare biçe Kobanê. Em hêvî dikin ku konferans bibe wesîleya korîdorê.”

PUKmedia-DÎHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket