Mela Bextiyar pêşwazî li şanda kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê kir
kurdistani 11:04 AM - 2015-03-31Mela Bextiyar pêşwazî li şanda kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê kir
Berpirsê desteya kargêr ê polîtburoyaYNK`ê roja duşemê li baregeha polîtburoya YNK`ê li Silêmaniyê pêşwazî li wezîrê karê derve ya kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê Dr. Ebdulkerîm Omer û şanda digel de ye kir.
Di hevdîtinê de pêşketin û serkeftinên li Rojavayê Kurdistanê, hilbijartin û damezrandina kantonan li Rojavayê Kurdistanê weku destkeftiyeke netewî hatin nirxandin û gotebêj kirin, her wiha weku pêgeheke ji bo parastina destkftiyan û dûmandina tekoşîna rizgarîxwaz ya netewa me, tekez li ser yekrêziya netewî ya di navbera hêz û aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê de hate kirin , bi teybet di nav rewşa aloz û helûmercên niha lidarin li navçeyê ku di siyaseta nû û berjewendiyên hevbeş ên navçeyê de bûne bingeha lêbûrînê.
Di hevdîtinê de ku bi amadebûna her yek ji berpirs mekteba peywendiyên Kuristanî mamoste Îkram, endamê mektebê mamoste Xalid û endamê şandê,hevseroka encumena zagonsaz a kantona Cizîrê Nazîra Kuriyê, endamê dîwana encumenê Ekrem Mehşoş û nûnerê Rêvebiriya Xweser a Demokratîk li Herêma Kurdistanê Şêrzad Adil Yêzîdî, Mela Bextiyar di serî de tekez li ser wê yekê kir ku deskeftiyên li Rojavayê Kurdistanê bi destketine bo me şanaziyeke û pêşvebirina peyweniyên wê jî gelekî girînge, her wiha da xuya kirin ku serkeftinên Rojava, hilbijartinên birêve çûn û damezradina kantonan, ji aliyên civakî, siyasî û aborî ve gele gorankarî li gel li Rojavayê Kurdistanê anîn.
Mela Betiyar da xuya kirin ku pêwîste li Rojavayê Kurdistanê erk bi ziravî bêne cîbicî kirin û diyar kir ku çareserkirina her kêşe û pirsgirêkên di navbera hêz û aliyên siyasî li wê beşî ji Kurdistanê yek ji erkên serekene, her wiha got: Pêwîste mafê gel û pêkhateyên cuda yên li Rojavayê Kurdistanê jiyan dikin û beşdarî kantonan bûne di berçav bêne derbas kirin û xebata hevbeş a di navbera gelê Kurd ûpêkahateyên wê de bi ( deste gul ) a Serok Mam Celal herdem banga wê dikir nirxand.
Di hevdîtinê de Mela Bextiyar ji aliyekî din ve bal kişand ser bi rewşa aloz li navçeyê bi teybet piştî bûyerê dawî yên li Yemenê rûdan, har wiha asyên polîtîka nû û berjewendiyên hevbeş yên li ser avadibin analîz kirin û di heman demê de ji ber metirsiyên şerê Taîfî û mezhebî hişyarî da û div ê derbarê de tekez li ser wê yekê kir ku divê Rojavayê Kurdistanê jinûve helûmercan bixûne û li berember her gorankariyan û dibetiyan amadebe, ji ber ku her kêm û kurtiyek di nav gorankariyên heyî de dê bibe hokareke bi tenê hêştina Rojavayê Kurdistanê. Mela Bextiyar jib o pêkanîna armancan, xebata hevbeş a di navbera pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê û yekrêziya di navbera aliyên cuda bi erka girîng û pîwîstî nirxand.
Ji aliyê xwe ve wezîrê karî derve ya kantona Cizîrê Dr.Ebdulkerîm Omer di hevîdtinê de bal kişand ser bi hilbijartinên li kantona Cizîrê birêve çûn û da xuya kirin ku her çendê kêm û kurtî di hilbijartinan de dertin bine jî, lê me diyar kir ku çendê helûmerc zor bin, em dikarin hilbijartinan birêve bibin û azadiyan gerantî bikin, her wiha hilbijartinên Cizîrê bi ezmûna nû li Rojavaê Kurdistanê nirxand û da xuya kirin ku me divê derbarê de çi ernî yan neyênî be ji ezmûna Başûrê Kuristanê sûd wergirt.
Wezîrê karê derve ya kantona Cizrê her wiha ji ber hevkariya ligel Rojavayê Kurdistanê di şerê li dijî terorê de spasî li Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û Herêma Kurdistanê kir û got: Serkeftina me bi ser DAIŞ de, Vînek bû, Serkeftina me serkeftina hemû Kurdistanê û pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê bû.
Di dawî de her yek ji Nazîra Kuriye û Ekrem Mehşoş ên ji pêkhateyên Suryan û Erebin û beşdarî Rêvebiriya Xweser a kantona Cizîrê bûne, ji ber hevkarî û têbîniyan û herdem hewldan kêşeyên Rojavayê Kurdistanê çareser bike û berdewam be di xebata hevbeş de spasî li Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê kirin.
Wergêr: Şêwrawî Mamo
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
Kurdistan 09:45 AM - 2024-04-24 -
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
Kurdistan 01:51 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
Kurdistan 02:16 PM - 2024-04-24 -
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
Kurdistan 05:53 PM - 2024-04-24