Bi wêne..Li Dihok rûdawek hatoçû 10 qurbanî li pey xwe hêştin

kurdistani 09:29 AM - 2015-03-31
Li Dihok rûdawek hatoçû 10 qurbanî li pey xwe hêştin

Li Dihok rûdawek hatoçû 10 qurbanî li pey xwe hêştin

Li parêzgeha Dihokê di encama rûdana rûdaweke hatoçû kesekî jiyana xwe ji dest da û 9 kes birîndar ketin.

Raêdê mafperwer û berpirsê peywendiyan û ragihandina hatoçû li Dihokê roja duşemê 30 / 3 / 2015`e ji PUKmedia yê re ragihand:Demjimêr 7 êvarê ji roja duşemê li ser riya giştî ya Dihok-Baadrê rûdaweke hatoçû encam da.

Û wiha pê de çû: Rûdawa hatoçû di encama lihevketine sê otombêlên ji cureyên ( Honda-Santavya, Pêkap –Dêr û Opel Omîga) rûda û li pey xwe 10 qurbanî hêştin, jê kesekî jiyana xwe ji dest da û 9 kes jî birîndar ketin.

Berpirsê peywendiyan û ragihandina hatoçû li Dihokê wekî din da xuya kirin ku birîndarên din encamê bûyerê birîndar ketin rêkirin nexweşxaneya Firyakewtin a Dihokê û niha di bin çavdêriyê pizîşkî de ne.

PUKmedia / Nijyar Nêrweyî / Dihok

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket