Ebadî; şerê me ji bo rizgarkirina axa Êraqê berdewam e

kurdistani 08:41 PM - 2015-03-30
Heyder Abadî û Jhon Bîner

Heyder Abadî û Jhon Bîner

Ebadî ji serokê Encûmena Nûneran ya Emerîkayê re got; şerê me ji bo rizgarkirina axa Êraqê bost bi bost berdewam e.

Îro roja duşemê 30-3-2015`an, li nivîsgeha xwe ya Bexdad, serokwezîrê Êraqê Heyder Ebadî pêşwazî li serokê Encûmena Nûneran yê Emerîkayê Jhon Bîner û şandeya bi wî re kir.

Her weha di wê hevdîtinê de, li ser rewşa ewlehiyê, siyasî û metirsiya rêxistinên terorîstî li ser Êraqê û navçeyê û piştîvaniya hevpeymaniya navnetewî ji Êraqê re hat şirove kirin.

Ji aliyê xwe ve, serokê Encûmena Nûneran ya Emerîkayê Jhon Biner tekez li ser piştîvaniya Emerîkayê ji Êraqê re kir û wê li dijî terorê hevkarbin û di alîkariyê de berdewam bin û rewşa Êraqê piştî serokwezîrtiya Ebadî pir pêşveçûn bi xwe de diye.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket