5 terorîst li Kobanê û Cizîrê hatin kuştin

kurdistani 08:14 PM - 2015-03-30
 5 terorîst li Kobanê û Cizîrê hatin kuştin

5 terorîst li Kobanê û Cizîrê hatin kuştin

Di heyama 24 demjimêran de, 5 terorîst li Kobanê û Cizîrê hatin kuştin

Li gorî navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel ku îro roja duşemê, 30-3-2015 li herdu kantonên Kobanê û Cizîrê, 5 çete di heyama 24 demjimêrên borî de, ji aliyê hêzên YPG-YPJ`ê ve hatin kuştin.

Her weha di belavokekê de ku wêneyek ji wê bi dest PUKmedia`yê ketiye, têde hatiye ku komên çete hewil dan ku êrişî ser Manecîrê bikin, lê ji aliyê hêzên YPG-YPJ`ê ve hat pûç kirin û ziyaneke pir mezin gihîşte wê komê.

Wê belavokê aşkire kir ku li gundê Baz yê ser bi TilTemirê ve, di êrişeke YPG`ê de, 2 terorîst hatin kuştin.

Her weha belavokê dazanîn ku li kantona Kobanê jî, li gundê Sebit Erbanê ya li başûrê bajarê Kobanê, di encama şer û pevçûnan de, 3 terorîstên DAIŞê hatine kuştin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket