Eniya Nusra; Ji bilî yê xwîn dane ti kes nabe desthilatê birêve bibe

kurdistani 07:49 PM - 2015-03-30
Eniya Nusra; Ji bilî yê xwîn dane ti kes nabe desthilatê birêve bibe

Eniya Nusra; Ji bilî yê xwîn dane ti kes nabe desthilatê birêve bibe

Îtîlafa Nîştimanî ya Sûrî li Stenbolê ragihand ku ewê êdî kar û xebata xwe û ya hikûmeta xwe ya li dervayê welêt veghusin bo nav parêzgeha Udlibê û wê bi fermî Udlibê bikin paytexta demî ji hikûmeta demî ya Sûrî re ku piraniya kursî û wezîrên wê ji aliyê Birayên Muslimanan ve tê birêve birin.

Lê li hemberî wê yekê jî, di vîdyo yê de, endamekî lîjneya rewabûna Îslamî ya parêzgeha Udlibê Ebdulah ElMuheysînî ku ser bi Eniya Nusreyê ve ye ragihand ku; Ew gotin û nûçeyên ku dibêjin Îtîlafa Sûrî wê hikûmeta xwe li Udlibê bi cîbike û rêvebertiya navçeyê bike, ew kok dûrin ji rastiyan,ew kes û aliyên ku wê hikûmraniya Udlibê bikin, ewên ku xwîna sor rijandine û tekoşîna li dijî rêjîmê birêve birine ne.

Her weha çalakvanên siyasî jî wiha aşkire kirin ku Eniya Nusreyê di destpêkê de, ligel Artêşa Azad rêkeft li ser wê yekê ku bi hevre û bi awayekî hevbeş rêveberiya Udlibê bikin, lê piştî ku Udlib birin, niha rê nadin bi ti kas û aliyan ji bilî xwe.

Ji aliyekî din ve çekdarên Eniya Nusra heykelê kesayetiya dîrokî ya Kurd Îbrahîm Henano bi tireksê rûxandin û pêl serî wî kirin û bi vîdyo û wêneyan weşandin û serfirazî bi wê karî nerêk û ne şarestanî kirin.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket