M. Osman: Ocalan li gor madeya 104 dibe bê azad kirin

kurdistani 07:04 PM - 2015-03-30
M. Osman: Ocalan li gor madeya 104 dibe bê azad kirin

M. Osman: Ocalan li gor madeya 104 dibe bê azad kirin

Rojnamevanekî kurd aşkire kir ku serok û serkirdeyên Kurdistanî û cîhanî ji hikûmeta niha ya Tirkiyê xwestin an rêberê PKKê azad bike û an jî ji zîndanê derxîne û li ciheke bin çavdêriya zorê de nîştecîh bike, tako ew proseya aştiyê ku dest pê kiriye bi serkeve.

Rojnamevanê Kurd Mihemed Osman ji PUKmedia`yê re ragihand ku li gor madeya 104 ya destura Tirkî yê ku rewşa tenduristiya zîndaniyên mehkûm li berçavan digre, zîndaniyekî Turk li ser biryara serokkomarê Tirkiye Receb Teyîb Erdoxan hat berdan.

Her weha sernivîsarê Kovara Ansat Mihemed Osman da zanîn ku madeya 104ê taybet e bi wan kesên mehkûmkirî di zîndanan de, ji ber nexweşî û pîrbûn û neliheviya tenduristiyê, hinek sizayên wan jê dibin û bi navê lêborîna tenduristiyê wan azad dikin.

Rojnamevanê kurd Mihemed Emîn Osman ji PUKmedia`yê re ragihand ku ev biryar wek balonekê ji bo cerbandina têgeh û helwestên cada Tirkî û ya opozisyonê ji bi karanîna serokkomar vê madeyê ku gelek bi girîng dibîne ew girtiyên tenduristiyên wan nelihev bêne berdan û eger Erdogan li ser wê yekê sûr be û Ocalan azad bike, wê pêngaveke pir bi hêz be ji bo pêşketina proseya aştiyê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket