Nameya Ocalan radestî Talabanî hat kirin

kurdistani 03:44 PM - 2015-03-30
 Nameya Ocalan radestî Talabanî hat kirin

Nameya Ocalan radestî Talabanî hat kirin

Şanda ku nameya Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan ya ji bo serokomarê Iraqê yê berê Celal Talabanî û serokê herêma Kurdistan Mesut Barzanî anî, piştî hevdîtina bi Nêçîrvan Barzanî re, şand nameya Ocalan radestî Celal Talabanî kir.

Parlamenterê Stenbolê yê HDP’ê û Berdevkê şanda Muzakereyê Sirri Sureyya Onder, Parlamentera HDP’ê ya Amedê Leyla Zana, Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç, ji bo di serî de ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokê YNK’ê Celal Talabanî, ji partiyên siyasî re name û peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şandiye ragihînin, hatin herêma Kurdistanê. Şand piştî hevdîtina bi serokê hikumeta herêma Kurdistan re, derbazî bajarê Silêmaniyê bû. Şand li Silêmanî bi serokomarê berê yê Iraq Celal Talabanî re rûnişt û nameya Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan radestî Talabanî kirin.

Li ser vê yekê hevseroka Kongreya Netewî a Kurdistan (KNK) Nilûfer Koç ji RojNews re axivî û got: “Hevdîtin gelek erênî derbazbû. Di derbarê pêvajoya aştî ya Tirkiyê de agahî hatin dayîn û girîngiya Kongreya Netewî hat vegotin.” Koç got ku ji ber ku Mam Celal kesekê ku kedekî mezin daye vê xebatê, ji bona ku divê pêvajoyê de hêz bide vê pêvajoyê jê hat xwestin ku divê pêvajoyê de jî bibe hêzek û nameya Ocalan ji bo Talabanî hat dayîn.

Koç got: “Dema ku şandê behsa rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan kirîn, kêliyên hestyar ji aliyê serokomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî ve hat jiyîn.”

Herî dawî Koç got: “Piştî ku hevdîtinên hatîn plankirin xilasbûn ewê di derbarê hevdîtinan de ji bo raya gitşî agahî bidin.”

Tê payîn ku piştî şand vegeriya Hewlêr wê ji bo nameya Ocalan bi serokê herêma Kurdistan Mesut Barzanî hevdîtinek pêkbînin.

PUKmedia-Rojnews

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket