Roja Şanoyê bi şanoya kurdî pîroz kirin

kurdistani 03:38 PM - 2015-03-30
 Roja Şanoyê bi şanoya kurdî pîroz kirin

Roja Şanoyê bi şanoya kurdî pîroz kirin

Şanoya Bajêr a Şaredariya me, di Roja Şanoya Cîhanê de promiyeriya şanoya xwebêjkî ya kurdî kir û pêşwaziya vê rojê kir. Tevahiya meha nîsanê de her roja în û şemiyê ev şanoya înteraktîf tê pêşkêşkirin....
                          
Lîstikvanên Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, 27ê Adarê Roja Şanoya Cîhanê bi promeriya şanoya xwebêjkî ya kurdî pêşwazî kir. Ev şanoya bi terzê dengbêjiyê, her în û şemiya tevahiya meha nîsanê dê li Sînemaya Burhan Karadenîz li pêşberî şanohezan be.

Ev şanoya înteraktîk bêyî deq û dubare bi beşdarbûneke aktîf a temaşekeran tê kirin, promeriya xwe pêk anî. Şano li Sînemaya Burhan Karadenîz hate nîşandan û Kemal Ulusoy, Leyla Batgi, Yavuz Akkuzu, Elvan Koçer, Emin Yalçınkaya, Bora Çelik, Gulê Ulusoy, Rêzan Kaya, Vural Tantekin, Berfin Emektar, Rugeş Kırıcı û Nazım Hikmet Çalışkan bi performansa xweberbêjî derketin pêş bîneran.

Bi formata dengbêjan

Gelek teknîkên şanoya xwebêjkî ku li cîhanê têne pêkanîn hatin pêşkêşkirin, foruma gerdûnî bi ya xwecihî hate guncandin û bi formata dengbêjiyê xweber hate pêşandan. Performansa ku ji du perdeyên 45 deqeyî pêk tê, 12 çîrok bi xweberkî hatin vegotin. Bîner jî di diyarkirina mijaran de gelekî çalak beşdar bûn û vê performansê gelek bal kişand ser xwe.  

Piştî leyîzê Serokê Daîreya Çand û Turîzmê Muharrem Cebe, kulîlk dane leyîzvanan û spasiya wan kir. Cebe got, “Pêdiviya gelê me gelekî bi beşişînê heye, bila ken ji rûyê we kêm nebe” û Roja Şanoya Cîhanê li şanogeran pîroz kir.

Ev şanoya bi terzê dengbêjiyê, her în û şemiya tevahiya meha nîsanê dê li Sînemaya Burhan Karadenîz saet 20:00an li pêşberî şanohezan be

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket