Danûstanên etomiya Êranê dikeve qonaxeke hestyar

kurdistani 01:33 PM - 2015-03-30
Danûstanên etomiya Êranê dikeve qonaxeke hestyar

Danûstanên etomiya Êranê dikeve qonaxeke hestyar

Xolekî nû ya danûstanên etomiya Êranê û welatên (5+1) bi amadebûna wezîrên derve li bajarê Lozanê ya Siwîsrayê destpê kiriye.

Îro 30/3/2015 xolekî nû ya danûstandinên etomî di navbera şanda Êranî û welatên (5+1) bi amadebûna rêkxerê siyaseta derve ya Yekîtiya Ewrupayê Fidrîko Mogrînî, li Lozanê destpê kiriye.

Çavdêrên siyasî vê civînê bi civîneke hestyar û çarenûsaz binav dikin çûnkî tenê 2 rojan weku moleta dawî bo rêkeftina navbera Tehranê û welatên (5+1) hatiye diyar kirinê.

Her çiqas pêştir berpirsên Êranî ragihandin ku Tehranê gelekî helwesteke nerm nîşan daye û niha jî pêwîste civaka welatên (5+1) jî helwesta xwe nerm bikin.

Cîgirê wezîrê derve yê Êranê jî Seîd Ebas Îraqçî pêştir ragihandibû ku Êranê heya pêwîst bike ewê li ser maseya goftûgoyan bimîne û Tehranê heya niha biryara baş daye û divê sizayên li ser Êranê bêne rakirinê.

PUKmedia/Cewad Heyderî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket