Ebadî daxwaza rawestandina êrişên asmanî dike

kurdistani 12:30 PM - 2015-03-30
Ebadî daxwaza rawestandina êrişên asmanî dike

Ebadî daxwaza rawestandina êrişên asmanî dike

Serokwezîrê Êraqê Heyder Ebadî daxwaz ji hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞ kiriye ku bombardumanên xwe li ser baregehên DAIŞ li bajarê Tikrîtê rawestînin jiber ku ew dest bi şerê nava kolanan dikin.

Serokê lijneya emnî li encûmena parêzgeha Selahedînê Xalid Casim ragihand ku. Piştî kombûna serokwezîr Heyder Ebadî li gel fermandarên artêşa Êraqê û Heşd Şe`bî û niştimanî, daxwaz ji hevpeymanên navdewletî kiriye ku bombardumanên xwe li ser baregehên DAIŞ li bajarê Tikrîtê rawestînine.

Diyar jî kir ku: Di navbera hêzên artêşa Êraqê û terorîstên DAIŞ de şerê kolan bi kolan destpê kiriye û eve jî egerê serekiye daku êrişên asmanî ziyanê neghîne hêzên artêşê.

Amaje bi wê yekê jî kir û got. Hêzên artêşa Êraqê û Heşd Şe`bî 4 cihên dinê li navenda bajarê Tikrîtê kontrol kirine û şerekî giran li nêzîk nexweşxaneya bajêr berdewame.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket