" %20 be jî emê îlla barajê derbas bikin"

kurdistani 11:31 AM - 2015-03-30
Demirtaş: %20 be jî emê îlla barajê derbas bikin

Demirtaş: %20 be jî emê îlla barajê derbas bikin

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demirtaş ragihand ku Heke barajê derxin sedî 20an jî me yê ji sedî 25ên reyan hilda, îlla ew baraj wê hilweşê.

Demirtaş, li bajarê Berlînê ya almanyayê kampanyaya partiya xwe li derveyî welêt da destpêkirin û di hilbijartina 7ê hezîranê de ji bo HDPê destek xwest.

Demirtaş diyar kir ku li Tirkiyeyê heta niha tu îqtidarê nexwestiye ku baraj ji sedî 10an bikeve û wiha dewam kir: "AK Partiyê baraj ranekir, lê dema ku lêkolînan dibînin niha li çoka dixin û dibêjin 'xwezî me baraj derxista sedî 20an'. Em vê yekê îdia dikin: Heke barajê derxin sedî 20an jî me yê ji sedî 25ên reyan hilda. Îlla ew baraj wê hilşê. Ji wê barajê derbasbûn wê çêbibe."

Hevserokê giştiyê HDP got: "Nîvekî partiyê ji jinan pêk tê, ciwan ji bo partiyê fedakariyeke mezin dikin û bixwe bawer in, gelekî fedaî li pişta partiyê ye û ji bo vê têkoşînê rihê xwe dide. Di vê rewşê de heke em ji barajê derbas nebin, ev kêmasiya me û ya partiya me ya herî mezin e."

PUKmedia/AA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket