Holanda: Şanda YNK beşdarî konferansa berferh bû

kurdistani 10:40 AM - 2015-03-30
Holanda: YNK beşdarî konferansa rojhilata navîn bûn

Holanda: YNK beşdarî konferansa rojhilata navîn bûn

Roja 28/3/2015 li bajarê Zivola li welatên Holanda, endamê polîtburoyê û berpirsê pêwendiyên giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Se`dî Ehmed Pîre li gel şandekê beşdarî konferanseke taybet bi niha û pêşeroja rojhilata navên kirin.

Her weha heman rojê danê paş nîvro şanda YNK bi serokatiya Se`dî Pîre bi cuda li gel her yek li wezîrê derve û serokê partiya kar a Holandî û çend berpirsekî bilind ê li ser asta Holanda û Ewrupa û welatên erebî ku di konferansê de amade bûn kom bûn.

Nûnerê YNK li Holanda Bextiyar Bekir ragihand ku di konferansê de û li tevahiya civînên şanda YNK behsa rola hêzên pêşmerge kirine û hemûyan jî pêdagir bûn ku ewê bi berdewamî piştevaniyê li Hikûmeta Herêma kurdistanê di şerê li dijî DAIŞ de bikin.

Got jî: Konferansa niha û pêşeroja Rojhilata navîn ji aliyê Partiya Kar a Holandî û bloka sosyal demokratên welatên Ewrupayê û bi hevkariya wezareta derve ya Holanda ve birêve çû.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê jî yek ji partiyên Sosyal demokratên weku take hêz li Kurdistanê, Êraq û welatên dewrûber ji bo konferansê hatibû vexwendinê, ku Se`dî Ehmed Pîre têde 2 babetên giring pêşkêş kir.

Hêjayî gotinê ye jî li tevahiya hevdîtin û civînên taybet de jî rola Serok Mam Celal li Êraqa nû de û li nava tevgerên rizgarîxwaz ên Kurd de nehat jibîr kirinê û hemûyan jî bi rêz lê temaşe dikirin.

PUKmedia/Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket