Peyama Ocalan ji Silêmanî heya Amedê... Necîbe Qeredaxî
kurdistani 09:14 AM - 2015-03-30Necîbe Qeredaxî
Di 21ê Adarê 2013an de, li Newroza dîrokî ya Amedê de, Birêz Ocalan qonaxeke nû da destpêkirin. Di peyama dîrokî de, israr xwe di pêngava sala 1993´an destpêkirî de, carêke din jî di 21 Adarê 2015an de nîşan da piştî ku bi salan li muxatebekî digeriya. Birêz Ocalan bi israra xwe ya çareseriyê berî 2 salan, di çarçoveya aştî û demokratiyê de û bi biwêjên nû bi hin mekanîzmeyên cuda îfade kir û di nêrîn û helwêsata xwe de ji her demêkê zêdetir, bi xwe, bi tevgera xwe û gel bawer, peyam da.
Çavkaniyên pirsgirêkê pir zelal anîne ziman. Siyaseta Neo-Lîberal ku "parçe dike û birêve dibe" û netewe-dewletên ku di nava xwe de kirîzan dihewînin, her dem şerên bêwate, ya nasname, etnîk û olî derdixin holê û anî ziman ku encax bi rêya demokratîk ev krîz dikarin çareser bibin. Carêke din jî gava yekemîn bi pêkanîna mûtabeqeta hevpar a her du aliyan, di 10 xalan de destnîşan kir.
Wisa jî dazanîn ku, çarenûsa pêvajoyê, bi gavên ku desthilatdarî biavêje ve girêdayî ye û piştre bi pêkhatina kongreya PKK´ê ve.
Li gorî vê rastiyê; helwêsta PKK û Birêz Ocalan zelal e: "gavan biavêje, pêdivî bi kêşmekêşên çekdarî namînê". Bêguman ev hemû jî, bi pêkanîna 10 xalên beyana niyetê ve girêdayî ne. Gelo ev xal wê pêk werin? Gelo danûstandin wê dest pê bikin? Eger 10 xalên hatine ragihandin werin pêkanîn, hingî û xweber, destûra bingehîn a 12´ê Îlonê darbeya faşîst a leşkerî a Tirkiyeyê, divê tavilê bikeve nava sergoya dîrokê. Eger pir bi lez valahiya qanunî neye tijîkirin, ziyana mezin wê bigihêje AKP´ê.
Birêz Ocalan bi yek peyvê jî qala çekdanînê nekir, mesele bi dawî anîna têkoşîna çedarî, bi kongreya PKKê ve û di nava tixubê Tirkiyê ve girêda. Ev jî bi pêkanîna 10 xalan û destpêkirina danûstandinê ve girêdayî ye. Ev xelekên ji hizir û piratîkê de harmoniyeke mîna senfoniya di nava qerebalix û kirîza Rojhilata Navîn de, her kes bi rîtîm û beşêk ji awaza yekpare û bi wateya ku her kes karî xwe dizanê ye.
Gel li Newroza Dîrokî a Amedê "ji bo peyamê" got, erê. KCK jî, her dem bi xwe bawer e, tevî ku li hêviya gavavêtina AKP´ê ye, peyamên Birêz Ocalan destek dike û qebûl dike. Vêca, vê peyama Birêz Ocalan, ti behaneyek nehişt di destê AKP´ê de, ku gavê neavêje. Lê AKP, ne bi tenê matmayî û qels tev digerê, bi daxûyaniya berî û piştî Newrozê, Erdogan û rayedarên din yên AKP weke derzekê di refa wan de tê dîtin, ev dîtina wan jî, ne li ser rengê çareserî û saxiya pêvajoyê ye; lê şerê nava desthilatdariya AKP´ê, wê hîn zêdetir jî xwe nîşan bide.
Çima Erdogan xwe hêrs kir û xwe bi vir û wir de dide? Ji ber ku tişta Erdogan hêvî dikir, şev û roj bi peyva "çekdanînê" mîna "xoce efendî- Meleyê Meşhûr" bi xwe jî, bi derewên xwe bawer kiribû, lê nebû.
Birêz Ocalan tevî kû, pêkanîna 10 xalan daniye ber AKP´ê jî, lê diyar kiriye ku beşek jî girêdayî dînamîzma civakê ye. Dema Gelê Kurd û demokrat û aştîxwazên Tirkiyeyê bi xurtî tevlî pêvajoyê bibin, Erdogan neçar dimîne ku gavê biavêje.
Serkeftina Peyama Newroza sala 2013´an û peyema dîrokî ya Birêz Ocalan, ew e ku bandoreke mezin li Tirkiyeyê kir. Asta sempatiya HDP di nava Tirkan de jî zêde bûye. Peyva "Rihê Eşmê" mîna derziye, di balona pifdayî ya nijadperestiya Tirk de kir. Bi vê helwêsta hevparbûna Kurd û Tirkan, di gavên dîrokî de nîşan da.
Di dawî de Birêz Ocalan di peyama xwe de, dawî li van daxûyanî û şiroveyan anî ku li ser çekdanînê dihatin kirin. Niha jî, divê werê pirsîn, gelo AKP kengî ji bo pêkanîna van 10 xalan wê dest bi danûstandinê bike? Erdnîgariya Kurdistanê tenê Bakur nîne, kêşmekêşên Kurdan tenê bi Enqere re nîne: Dema tê dîtin ku tehlûkeke mezin li ser gelê Kurd û çand, etnîsîte û olên Rojhilata Navîn heye, ji alî hêzeke hov a mîna DAIŞ´ê ve, yek ji mîkanîzmeyên pêwist, bêguman çek e ku gelê xwe biparêze.
Pêşwaziya gel ji hêzên xwe yên Parastin ji Gerîla û pêşmerge li Silêmanî di dema merasîma serbazî de bi mûnasebeta Newrozê, pir peyamên giring dan her kesî. Ev Merasîma Serbazî a Gerîla û Pêşmerge, piştî ku DAIŞ´ê 3 Pêşmergeyên dîl bi awayekî hovane şehîd kirin, serdestiya psîkolojîk a Kurdan nîşan dide. Pêşwaziya gel a Gerîlla, ne ji ber ku gel ji çekan hez dike, lê ji ber ku giringiya xwe dibînin û ji bo parastinê ye. Ji bo vê jî, mijara çekdanîn nîne. Mijar bi Tirkiyeyê re dawîanîna têkoşîna çekdarî ye. Lê divê AKP gavan bivaêje.
PUKmedia/ Yeni Ozgur Politika
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
Kurdistan 09:45 AM - 2024-04-24 -
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
Kurdistan 02:16 PM - 2024-04-24 -
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
Kurdistan 01:51 PM - 2024-04-24 -
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
Kurdistan 05:53 PM - 2024-04-24