Xanima yekem a Êraqê dibe seroka rêxistina jinên ereb

kurdistani 09:05 AM - 2015-03-30
Xanima yekem a Êraqê dibe seroka rêxistina jinên ereb

Xanima yekem a Êraqê dibe seroka rêxistina jinên ereb

Di kevana civîna kongireya bilind a erebî ku li Şerm Şêxê li welatê Misrê birêve çû de, xanima yekem a Êraqê xatûn Ronak Ebdulwahid Mistefa, bi amadebûna birêvebera giştî ya rêxistinê xatûn Mîrfet Tilawî,  serokatiya xola niha a rêxistina jinên ereb wergirt.

Di hevdîtina ku roja 28/3/2015`an birêve çû bû de bernameya karê rêxistinê ji bo sala 2015 û tevahiya çalakî û bernameyên rêxistinê hatin gotûbêj kirin.

Ji aliyê xwe ve xatûn Mîrfet Tilawî kêfxweşiya xwe anî ziman ku komara Êraqê serokatiya rêxistinê dike ku Êraqê peyama rabûna rola jinan bigre stûyê xwe û pêş bixe, her weha Êraqê çendîn destpêşxerî kirine bo pêşvebirina jinan.

Serokatiya rêxistina jinên ereb di 1/3/2015`an de dane Êraqê û her 2 salan serokatiya wê di navbera welatên endamên komkara erebî tê guhertinê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket