Adil Murad piştgiriya YNK`ê ji Rojavayê Kurdistanê re dupat kir
kurdistani 08:24 PM - 2015-03-29Adil Murad û Ebdulkerîm Omer
Adil Murad careke din piştîvaniya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ji bo Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê dupat kir.
Îro roja yekşemê 29-3-2015`an, sekreterê Encûmena Navendî Yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê rêzdar Adil Murad, pêşwazî li şandeyeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Rojavayê Kurdistanê bi serokatiya wezîrê derve yê Kantona Cizîrê, Dr. Ebdulkerîm Omer kir û digel wanli ser rewşa ewlehî û siyasî û pêşketinên nûh li ser meydana Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê şirove kirin.
Di wê hevdîtina duqolî de, ku bi amadebûna herdu cîgirên sekreterê Encûmena Navendî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û endamên encûmenê, Adil Murad bi xêrhatineke gerim li mêvanan kir û pîrozbahî li serketina hilbijartinên şarederiyan yê li kantona Cizîrê birêve çûne kir û ew bi darijtina têgeha demokrasiyê bi nav kir.
Her weha fedekariya YPG-YPJ`ê û Pêşmerge li Kobanê û deverên din Kurdistanê û ew berxwedaniya YPG-YPJ`ê ku li Rojavayê Kurdistanê bi giştî li dijî terorîstên DAIŞê dikin, pir mezin nirxand û ew berevaniya ku hatiye kirin bi binkeftina DAIŞê nirxand.
Navendî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê destêwerdana hinek alî û partî û welatên navçeyê ji bo tijikirina boşantiya li Rojavayê Kurdistanê bi tundî şermezar kir. Bi taybet bi riya şandina terorîstan û nehîştina derbasbûna alîkarî û hevkariya mirovî çi desteyên hevkariya mirovî dibe û çi rêxistinên mirovî û yên sivîl dibin, tekez li ser pêwîstiya parastina destkeft û maf û berjewendiyên bilind yên gelê ku bi fedekariya hêz û partiyên sereke ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve bê kirin.
Sekreterê Encûmena Navendî Adil Murad ew serketin û pêşvaçûnên dîplomatîk yên Rojavayê Kurdistanê di asta navnetewî de, gelek bilind nirxand û daxwaz kir ku ew sûmend bin ji Herêma Kurdistanê û partiyên wê ku dikarîn mafên xwe di destura bingehîn ya Êraqê de bi cî bikin û armanc û şêwaza kar û xebat û tekoşîna xwe bi rayê giştî ya cîhanî hîn berferehtir bidin nasandin.
Careke din jî piştîvaniya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ji bo tekoşîn û xebat û destkeftên Rojavayê Kurdistanê û gelên din li Sûriyê tako mafên xwe yên rewa û demokrat bidestbixin dupat kir.
Ji aliyê xwe ve, wezîrê derve yê kantona Cizîrê, Dr. Ebdulkerîm Omer û endamên nûnertiya Xweseriya Demokratîk li Herêma Kurdistanê, spasiya xwe ji piştîvaniya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ji bo Rojavayê Kurdistanê aniîn serziman û rola sekreterê Encûmena Navendî Yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê rêzdar Adil Murad ku bi berdewamî piştgiriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê kiriye mezin nirxandin,
Şanda mêvan aşkire kir ku ew serkeftinên ku YPG-YPJ`ê li Rojavayê Kurdistanê li dijî terorîstan encam dane, gotara Kurdî yekgirtî kir û xwîna şehîdan li her çar aliyên Kurdistanê bi hev re kir yek.
Her weha Dr. Ebdulkerîm Omer li ser rewşa siyasî û aborî û ewlekariyê û encamên erênî li Rojavayê Kurdistanê şiroveyeke berfereh kir û di barê serkeftina hilbijartinan jî, sererayê paykotkirina hinek partiyan di bin bandora ecnîdeyên dervayî de, her erênî bû, bi serkeftî derbas bû, hat selmandin ku gelê kurd xwesteka xwe aramî, aştî û lihevkirin û yekgirtina gotara xwe ya siyasî ye û ji ber wê jî, berevaniya herêmên xwe dikin.
Di dawiya wê civînê de, wezîrê derve yê Kantona Cizîrê Dr. Ebdulkerîm Omer dazanîn ku Rêveberiya Xweseriya Demokratî ya Rojavayê Kurdistanê, ji bo peywendî û alîkarî û peywendiyan bi alî û welatên Herêmê û Cîhanê re, amade ye û pir vekirî ye ku ew destrkeft û ezmûna demokratîk bê parastin.
wergêr; Hozan Efrînî
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18 -
Civata Serkirdatiya YNKê dê sibê bicive
11:09 PM - 2024-04-17
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
10:31 AM - 2024-04-19
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
07:03 PM - 2024-04-18
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
10:07 AM - 2024-04-18
Serok Bafil û Seyîd Emmar Hekîm: Ji bo îstiqrarê diyaloga avaker
10:19 PM - 2024-04-17
zortrin xwendraw
-
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
Kurdistan 01:04 PM - 2024-04-18 -
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
Kurdistan 07:03 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
Kurdistan 08:03 PM - 2024-04-18 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
Kurdistan 09:38 PM - 2024-04-18 -
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
Aborî 10:31 AM - 2024-04-19 -
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19