YPG`ê di barê ziyanên DAIŞê de daxuyaniyek da

kurdistani 07:34 PM - 2015-03-29
YPG`ê di barê ziyanên DAIŞê de daxuyaniyek da

YPG`ê di barê ziyanên DAIŞê de daxuyaniyek da

Şer û pevçûn di navbera Hêzên me û çteyên teror hîna perdewame.

Îro roja yekşemê, 29 Adar 2015, Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel ( YPG) di daxuyaniyeke xwe de, rewşa şer û pevçûnên digel komên çet û terorîst aniye ser ziman û evê li xwerê, naveroka wê ye.


1. Berxwedana hêzên me ya li hember êrîşên çeteyan a li ser xeta sînora rojavayê Kantona Cizîre berdewam dike.

Komên çeteyan şevê din li hember gundê Xebiş a giredayî Til Temir êrîşek lidarxistin

. Komên çeteyên ku li hember parastina hêzên me xwe negirtin neçar man ji qadê birevin. Pevçunên li vê qadê de qasî hat zelalkirin 5 endame çeteyan hat kuştin, 3 çete jî hat birîndar kirin.

2. Berxwedana Kobanê ya ku li hember hewldana dagirkeriya rexistina terorî ya DAIŞ'ê tên meşandin roja 195. de berdewam dike.

Şevê din hêzên me li hember başûrrojhilatê Kobanê operasyonek lidarxistin. Hêzên me yên ku 4 gund û gundikekî ya di bin dagirkeriye komên çeteyan de hedef girtibûn de derbên giran li çeteyan xistin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di operasyone ku gundên Boxê, Şêx Omer, her du gundên Kazan û gundikê Çelebî hatiye rizgarkirin de nehatiye zelalkirin. Operasyona li vê qadê berdewam dike

Pevçunên li gundê Sepeta Ereban a başûre Kobanê jî berdewam dike. Pevçunên şevê din de li vê qadê qasî hat zelal kirin 9 endame çeteyan hatin kuştin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket