Gelo Udlib jî mîna Reqayê radestî komên tundrew hat kirin.?

kurdistani 07:08 PM - 2015-03-29
Piştî Reqayê Udlib jî ji destê rêjîmê derket

Piştî Reqayê Udlib jî ji destê rêjîmê derket

Duyemîn parêzgeha Sûrî ya li bakurê wî welatî, ket destê komên Îslamîk yên radîkal û tundrew ku bi Eniya Nusrayê tên naskirin û digel hinek ji ketîbeyên ser bi artêşa Azad yên tundrew.

Piştî Reqayê, parêzgeheke din li bakurîm Sûriyê bi tevayî ji dsedthilatdariya rêjîma Esed derket û kete destê komên çekdar yên Eniya Nusre û hevşêwayên wê en tundrew ku xwe bi Artêşa Azad didin naskirin.

Duhî roja şemiyê 28-3-2015`an, li parêzgeha Udlibê ya li ber sînorê Kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistan û bajarê Rêhaniyê ya Bakurê Kurdistanê ku yekeke ji parêzgehên herî girîng yê rêjîma Sûriyê ku di aliyê aborî û geştyarî û bazirganî û nêzîkî Ewropayê ye, duhî roja şemiyê, 28-3-2015`an bi awayekî tevayî, ji destê rêjîma Esed hat derxistin û kete destê Eniya Nusra û hinek ketîbeyên ser bi artêşa Azad ya Sûrî.

Di wê barê de, gelek nêrîn û raman û dîtin û şirove ji aliyê kes û alî û tekan ve derdikevin holê û her hinek bi awayekî dinirxînin. Hinek ji çavdêrên siyasî yên Kurd nêrînên xwe tînin ser ziman û di bêjin, ew pêngav, girînge ku ji aliyê xelkê wî bajarî ve hatiye pejirandin, lê dibe ku ew nebin bar û gefkar li ser navçeyêpn Kurdan.

Lê hinek jî wiha difkirin ku ew pêngav gelek metirsîdare li ser Kantona Efrînê û ew wek pîlanekî di navbera rêjîma Sûriye û yê Tirkiyê ve didin nîşandan û dibêjin ev yek, pîlangeriya her qirêje ku bajarê Udlibê jî mîna ya Reqayê radestî komên ser bi Alqaîdeyê hat kirin tako herêmên Rojavayê Kurdistanê tevlîhev bikin û kareseta Kobanê li Efrînê dubare bikin.

Bi gotina çavdêrên siyasî yên Kurd ku Eniya Nusrayê, wek komployek bi serê komên çekdar yên ser bi Artêşa Azad kirine û piştî rizgarkirina bajarê Udlibê, niha rê nadin bi Artêşa Azad ku bi gorî xwe tev bigerin û çalakiyên serbixwe bikin an jî bi dirûşme û alayên xwe baragehan vekin û desthilatê bigrin bi dest.

Ji aliyekî din ve, Îtîlafa Nîştimanî ya Sûrî li Stenbolê ragihand ku ewê êdî kar û xebata xwe û ya hikûmeta xwe ya li dervayê welêt veghusin bo nav parêzgeha Udlibê û wê bi fermî Udlibê bikin paytexta demî ji hikûmeta demî ya Sûrî re ku piraniya kursî û wezîrên wê ji aliyê Birayên Muslimanan ve tê birêve birin.

Lê li hemberî wê yekê jî, endamekî lîjneya rewabûna Îslamî ya parêzgeha Udlibê Ebdulah ElMuheysînî ku ser bi Eniya Nusreyê ve ye ragihand ku; Ew gotin û nûçeyên ku dibêjin Îtîlafa Sûrî wê hikûmeta xwe li Udlibê bi cîbike û rêvebertiya navçeyê bike, ew kok dûrin ji rastiyan,ew kes û aliyên ku wê hikûmraniya Udlibê bikin, ewên ku xwîna sor rijandine û tekoşîna li dijî rêjîmê birêve birine ne.

Li hemberî herdu nêrînên ku hene jî, nêrîneke din yê çavdêran heye ku ew e weko çawa rêjîma Sûriyê parêzgeha Raqayê radestî DASIŞê kir, bi heman sîneryo ew parêzgeha Udlibê radestî Eniya Nusreyê kir tako weko çawa li dijî Kobanê DAIŞ bi karanî, wê vê carê Eniya Nusreyê li dijî Efrînê bi karbîne.

Nêrîna rewşenbîr û çavdêrên kurd yên ku şarezayîyên xwe di barê komên radîkal yên îslamîk de hene jî wiha dibêjin; Li Sûriyê êdî ti kes û aliyên lîbral an jî îlmanî an jî akademîk li hola û meydana siyaseta rêvebirina Sûriyeya dahato tuene ne, ewê ku hene û di warê kirdarî de hatiye selmandin, tenê kes û aliyên îslamîk yên ser bi DAIŞ û El-Qaîdeyê ne û ew niha li ser erdê di hundirê SDûriye de desthilatin û ewên ku xwe didin xweyakirin li derveyî Sûriyê wek opozisyona îlmanî, ne raste û tune ne.

Wiha berdewam dikin; Ev 4 salin li Sûriyê şer û pevçûn bi dijwarî berdewam e, lê heya niha ti aliyan serkeftin ji bo gel tomar nekirine û tiştek di warê berjewendiyên bilind yên gelên Sûrî qezanc û bi dest nexwestine.

Hinek din jî wiha didin xuyakirin ku ev pîlan ji 6 mehan ve tê amade kirin û Emerîka û Rusiya jî agahdarê wê yekê ne û di serdana serokê Rûsiya ji Tirkiyê re û hevdîtinên Tirkiye û Îranê û ew liv û tevgerên opozisyona Sûrî digel hemû aliyên navnetewî, di xizmeta wê pilana qirêj de ye ku ji bo rêgirtin li pêşketinên kurdan, wê hewil bidin 4 parêzgehan radestî komên tundrew bikin ku Reqa, Udlib, Heseke û Dêrezûrê ne, ji ber ku ew di sînorê Kurdan de ne û wê bikaribin aramiya navçeyên Kurdî tevlîhevdu bikin û destkeftên kurdan têkbibin û her çar dagîrkerên Kurdistanê li ser wê pîlanê lihev kirin e..

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket