"Fikir bergirtî bûye û divê her kesê li ber demokrasiyê rêgire bitirse"

kurdistani 03:08 PM - 2015-03-29
"Fikir bergirtî bûye û divê her kesê li ber demokrasiyê rêgire bitirse"

"Fikir bergirtî bûye û divê her kesê li ber demokrasiyê rêgire bitirse"

Berpisê desteyê kargêr ê PolîtburyaYekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Mela Bextiyar da xuya kirin ku: Ew xweşbextin ji ber ku fikir û vebûna hiş bergirtîbûye  (avisbûye) û ew vebûna ku rexne li fikir û remanên sedsalên navîn dikin,  li ber wê yekê ne ku ew jî bergirtî bibine.

Mela Bextiyar roja şemiyê 28 / 3 / 2015`e, di merasîma bi dawî kirina ( Werza çandî ya Xwendekaran ) ku ji aliyê komeleya xwendekarên Kurdistanê û bi hevkariya dezgeha Çawdêr a Rewşengerî birêve çû, gotarek pêşkêş kir û ev xal girtin dest, Mela Bextiyar piştî gotara xwe pêşkêş kir, bawernameyên rêzgirtinê pêşkêşî xwendekarên beşdarî werza Çandî bûne kir.

Merasîmê bi gotara endama encumena serkirdeyetiyê Dr.Ciwan Îhsan dest pê kir, Dr.Îhsan di gotara xwe de tekez li ser wê yekê kir YNK`ê herm bi hêza xwendekaran û ciwanan bawer bû û ji aliyeke din ve bal kişand ser bi pêngava damezrandina rêxistina Dabiran a berve Rewşengeriya hemçerx ve û da xuya kirin ku ev pêgav ji dana naskirina bajarê Silêmaniyê girînge û pêngaveke wêreke.

Ji aliyê xwe ve Mela Bextiyar di gotara xwe de da xuya kirin ku rêxistina Dabiran ne ji bo nifşên kevin û dem bi ser wan de bihurî, lê  ji bo nifşên îro û pêşerojê hatî damezrandin. Û bal kişans ser bi wê yekê ku beşk ji nifşê kevin û ji ber ku ketine bin bandora firkir û remanên kevin, ji bûyeran dûr mane û ji ber vê yekê jî, ji mantiq, fikir û felsefê dûr mane, û dê nikaribin ji vir û pêve bibin hêzeke dînamo ji dîrokê re. Mela Bextiyar tekez li ser wê yekê kir ku dê ji vir û pêve û di çarîka bê ji sedsalê nifşa siyem ji YNK`ê hêza dynamo be.

Mela Bextiyar cexit li ser wê yekê kir ku rêxistina Dabiran ji bo ku tirsa di dirêjahiya dîrokê de, di dil û hinavê her yek ji me de hatî çandin birûxîne hate damezrandin, û da xuya kirin ku mijarên me hilgirtin dest diyar kirin ku desthilatdariyên kevneperest û radîkal û di bin gefa metinan de, hewldan di civakê de  tirsê di dil û hinava her kesekî de biçînin û dema rexne ji riya ew dixwazin derkevine, tewanên cuda cuda dispêrên rexneyan.

Mela Bextiyar wiha pê de çû; Madem me rastiya wê tirsê naskir, divê em bersivê bidin wan û divê tirs bikeve dil û hinava her kesê ku li ber rêbazên pêşketinê, çarenûstirîn sîstem ku ew jî demkorasiyê û erkên stratejîk ku ew jî Rewşengerî û medeniyete, dibine asteng.
Mela Bextiyar bal kişad ser bi wê yekê ku berya çend roja kongira damezransina Dabiran lidarket û got: Eger beşdarvan û amadevanên di kongirê de bixwestana nimêj bikin, minê ji bo ew nimêja xwe bikin kongire rawestanda, ji ber ol a teka kesî ye û demokrasî ya her kesî ye.

Her wiha diyar kir ku ew hêvîdare çawa ku komeleya xwendekaran diruşma xwendina hemçerx rakir, xwendina hemçer weku diruşmeyekê biçespînin û cîbicî bikin.

Û wiha berdewam kir: Em ji ber cîbicîkirina azadiya raman û azadiyên ku cîbicî ne bûne berpirsiyarên, ev yek ne laf avêtine, ev yek berpirsiyartiyeke bi ser me, em jib o şer dikin ne bi tenê diruşmeyeke em hildigrin, emê ji bo wê xwîn bidin. Û got; Em şerê DAIŞ dikin û dibêje ku DAIŞ red dikin, dê bi çi rengî vê yekê diyar bikin? Lê di nav xendekên jêrzemînê rûnin bêjin em red dikin? Lê divê ev li sengerên bergirê red bikin.

Mela Bextiyar di dawî de da xuya kirin ku ew hêvîdare Rewşengirî ya bûye dozek û di nav raya giştî ji teoriyekê berve cîbicîkirinê ve gav davêje bête çespandin, û bang li hemû endamên komeleya Xwendekaran ên beşdarî kongira Dabiran bûn û derbarê mijarên cuda xol dîtin kir, xwedî rolek baştir bin û got; Em xweşbextin ji ber ku fikir û vebûna hiş bergirtîbûye  (avisbûye) û ew vebûna ku rexne li fikir ûremanên sedsalên navîn dikin, li ber wê yekê ne ku ew jî bergirtî bibine.

A:Şêwrawî Mamo

PUKmedia / Pukpb

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket