Fraksyona YNK hilbijartinên şaredariyê li Rojavayê Kurdistanê pîroz kir

kurdistani 02:10 PM - 2015-03-29
Fraksyona YNK hilbijartinên şaredariyê li Rojavayê Kurdistanê pîroz kir

Fraksyona YNK hilbijartinên şaredariyê li Rojavayê Kurdistanê pîroz kir

Fraksyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li parlemana Kurdistanê serkeftina hilbijartinên şaredariyan li kantona Cizîrê li gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê pîroz dike û radighîne ku encamdana hilbijartinan meydan xwendineke û nîşandana  rihê berxwedanê ye.

Di beyannamekê de fraksyona YNK li parlemana kKurdistanê bi bona ragihandina encamên fermî yên hilbijartinên fermî ên şaredariyên kantona Cizîrê ku di 27/3/2015 hatin ragihandin de  pîroz kir.

Fraksyona Yekîtî di beyannameya xwe de gotiye: Encamdana hilbijartinan meydan xwendineke û nîşandana  rihê berxwedanê û niştimanperwerî û bilindbûna vîna gelê Kurd e û tîbûna azadî û demokrasiyê ye ku ew take rêye ji bo gihêştin bi civakeke sivîl û pêşkeftî ye.

Di beşek din ya beyannameyê de hatiye: Em hêvîdarin encûmenên şaredariyên ku hatine hilbijartin bibin nimûneyekî xwebirêvebirinê ya şaristaniyê û xizmetguzariyan bo welatiyan pêşkêş bikin.

Li dirêjahiya beyannameyê de fraksyona YNK cext li wê yekê dike û dibêje: Bi piştgirêdan bi ezmûna me ya li parlemana Kurdistana başûr heyî , em piştevanî û hemahengiya xwe nîşan didin û çavdêriya hikûmeta herêmê dikin bo cîbicîkirina biryara hejmare (24) a sala 2014`an a parlemana kurdistanê ku fraksyona me rola destpêşxer û serekî hebû daku zêdetir pêwendî û hevkarî di navbera Herêma Kurdistanê û kantonên Rojavayê Kurdistanê de geşe pê bidin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket