Nînewa: Baregehên stratejîk ên DAIŞ hatine bombebaran kirin

kurdistani 01:03 PM - 2015-03-29
Nînewa: Baregehên stratejîk ên DAIŞ hatine bombebaran kirin

Nînewa: Baregehên stratejîk ên DAIŞ hatine bombebaran kirin

Balafirên hevpeymanê li başûrê parêzgeha Nînewa sê baregehên stratejîk ên DAIŞ bombebaran kirin.

Bi mijarê ve girêdayî berprisê komîta rêxsitinên YNK`ê li Mexmûr Reşad Gelalî ji PUKmedia da xuya kirin ku îro yekşemê sibehê balafirên hevpeymanê li yek ji gundên navçeyê Qîsara hejmarek ji ambarên çek û cebilxane yên çeteyên DAIŞ bombebaran kirin.

Gelalî her wiha diyar kir ku di encama bombebaran de 17 terorîst hatine kuştin û hejmarek din jî birîndar ketin.

Gelalî da xuya kirin ku li gorî agahiyên dest pêkê bi dest ketine di necama bombebaran balafirên hevpeymanê ji aliyê leşkerî û locistîk ve çeteyên DAIŞ rastî ziyaneke mezin hatine.

PUKmedia / Teybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket