Êrişn ser bi Husiyan de bê navber didomin

kurdistani 12:23 PM - 2015-03-29
Êrişn ser bi Husiyan de bê navber didomin

Êrişn ser bi Husiyan de bê navber didomin

Jêdereke leşkarî ji hevpeymana welatên Ereb li dijî Husiyan li Yemenê ragihand, ku êrişên esmanî yên hevpeymanê bênavber berdewamin.

Jêderê da xuya kirin ku balafrên hevpeymana bi serpereştiya Siûdî Erebistan şeva bihurî, balafirgeha Sanaa bombebaran kirin û di encmê de 15 leşkerên ser bi hêzên pesevanên Komarê ( Heres El-Cumhurî) ne ku ligel Husiyan di hevpeymanê de kuştin.

Her wiha hate ragihandin ku nexweşxaneya leşkerî ya Sanaa termê 12 leşkeran wergirtin û nêzî 18 leşkerên birîndar berve nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Ji aliyekî din ve fermandariya hevpeymana Erev da xuya kirin ku qonaxa yekem ji operesyona li dijî Husiuyan serkeftî bi encam bûye.
Berdevkê bi navê hevpeymanê Emîd Rukin Ehmed El-Esîrî roja şemiyê di kongireyek rojnamevanî de ragihand ku hemû balafirên di destê Husiyan de ne, her wiha hemû navendên gihandina peywendiyan ên Husiyan û hêzên ligel hevpeymanin, bi tev baragehên mûşekan û komelgehên leşkerî yên ji sînorê Siûdî Erebistanê ne, hatine rûxandin û jinavbirin.

Esîrî her wiha da xuya kirin ku ne dûre dest werdana bejahî jî bête kirin û dê ev yek li gorî pêwîstî û pêdiviya pêşketinên şer be.

PUKmedia / Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket