Yekem Festîvala Şano li Rojavayê Kurdistanê dest pêk kir

kurdistani 10:53 AM - 2015-03-29
Yekem Festîvala Şano li Rojavayê Kurdistanê dest pêk kir

Yekem Festîvala Şano li Rojavayê Kurdistanê dest pêk kir

Li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişlo çalakiyên yekem festîvala Şano ya Kurdî di roja 27  / 3 / 2015`e de dest pê kir û dê ta 3 Nîsanê berdewam bike.

Fesvtîvalê bi xulekek rêz girtin li ser giyana cangoriyên Kurdistanê û azadiyê û bi amadebûne nûnerên partiya Yekîtiya Demokrat PYD`ê, hejmarek ji partiyên siyasî û şandek ji Herêma Kurdistanê dest pê kir, pişt re aliyên beşdar gotarên xwe pêşkêş kirin, gotara TEV-DEM`ê jî ji aliyê Henîfe Hisên ve hate pêşkêş kirin, Hisên di gotara xwe de bal kişand ser bi Şano weku hunerekî girîng di tevgera hunerî de li ba gelan û dilxweşiya xwe bi sazkirina Festîvalê anî ziman, her wiha Şehîd şanoger Yekta jî bi vê helkeftê bi bîr anî.

Her wiha hate ragihandin ku wê  di rojên pêş de her yek tîpên Şano ( Rûselîn, Tol Hildan, Mîtan, Yek Ta, Koma Şanogerên Ranya, Ava Mezin, Koma Şano, Çira, Koma Şehîd Daxistan û Ziyana Şano, şanoyên xwe nimayêş bikin ku bêtir rewşa û rastiya şoreşê digrin dest û diyar dikin.

PUKmedia / Rojavayê Kurdistanê

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket