Serokê firaksyonan tekez li ser yekrêziya nîştimanî kirin

kurdistani 09:56 AM - 2015-03-29
civîna serok û rêberên firaksyonên komên siyasî yên Êraqê

civîna serok û rêberên firaksyonên komên siyasî yên Êraqê

Roja şemiyê serok û rêberên partî û firaksyonên komên siyasî yên Êraqê li mala serokê encumena nûneran a Êraqê Selîm Ceborî pêşketin û bûyerên li ser aste siyasî û ewlekariyê li Êraq û navçeyê rû didin gotebêj kirin .

Li gorî beyannameyekê ku ji aliyê nivîsgeha Ceborî ve derket û PUKmedia wêneyek jê wergirt, aliyên di civênê li hev kombûne tekez li ser wê yekê kirin ku divê Êraq li hember qeyranên ji derveyî wê rû didin bête parastin û divê di serî de berjewendî û ewlehiya gelê Êraqê esas bêne girtin.

Her wiha serok û rêberên komên siyasî di civînê de, li beremberî terorê tekez li ser yekrêziya helwesta nîştimanî kirin û bang li aliyên li navçeyê li dijî di pevçûnan de ne kirin ku serî li zimanê diyalokê û têghîştinê bidin.

PUKmedia / Bexdad

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket