Li Qamişlo baxçeyek zarokan hate vekirin

kurdistani 08:58 AM - 2015-03-29
Li Qamişlo baxçeyek zarokan hate vekirin

Li Qamişlo baxçeyek zarokan hate vekirin

Li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê, şaxa duyemîn a Dibistana Dayikê ya ARÎ ku ji bo zarokên temenê wan di navbera 3 û 6 saliyê de diguhere hatiye avakirin, hate vekirin.

Dibistana Dayîkê ya ARÎ ku demek beriya niha Weqfa Jina Azad a Rojava ve li taxa Xerbî ya Qamişlo hatibû vekirin, şaxa xwe ya duyemîn vekir. Şaxa Duyemîn a dibistanê li taxa Qudurbeg bi merasîmekê hate vekirin.

Deriyê dibistanê ji aliyê 2 zarokan ve hate vekirin û zarok derbasî dibistanê bûn.

Dibistana zarokan ji beşên lîstik, perwerde û baxçeyê lîstinê pêk tê. Li dibistanê her wiha dê dersên zimanê kurd, erebî û ingilizî jî bêne dayîn. Dibistan dê hefteyê 5 rojan vekirî be.

PUKmedia/ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket