Rêjîma Sûrî Parêzgeha Idlib jî winda kir

kurdistani 05:09 PM - 2015-03-28
Rêjîma Sûrî Parêzgeha Idlib jî winda kir

Rêjîma Sûrî Parêzgeha Idlib jî winda kir

Riwangeha mafê mirovan a Sûrî ragihand ku Tevgera Ehrar El-Şam a Îslamî û çekdarên Eniya El-Nusra ya ser bi rêxistina El-Qaîdê ve, bi tev çekdarên Cund El-Eqsa û hejmare din yekîneyên Îsalmî, bajarê Idlib a navenda parêzgeha Idlib e, piştî  şer û pevçûnên dijwar li dijî hêzên artêşa Sûriyê û çekdarên ji aligirên rêjîmê pêk tên, giştî kontirol kirin û li bajêr li dijî leşkarên rêjîmê û alîgirên wê dest bi opereyonê kirine.

Bi ketina bajarê Idlib duyemîn naveda parêzgehekê li Sûriyê piştî bajarê Reqaa ji bin kontirola rêjîma Sûriyê derdikeve.

Hate ragihandin di encama şer û pevçûnan ji vê sibê ji berbangê ve dest pêkirine gelek leşkerên rêjîmê û hatine kuştin û dîl ketine destê hêzên bajar kontirolkirinem, her wiha hate ragihandin ku 7 çekdarên opozisyonê jiyana xwe ji dest dane.

Wekîn din hate ragihandin ku balafirên rêjîmê li Idlib û derûberên wê baregehên Eniya El-Nusra û Ehrar El-Şam a Îsalmî bi balafiran dike armanc û bûmbebaran dike.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket