Newroz û dînamoya civakê ... Medenî FERHO
kurdistani 12:46 PM - 2015-03-25Medenî FERHO
Gelê kurd ber bi paşerojên alternatîf ve diçe. Vê jî di keleha dewleta AKP’ê de deverek vekir. Newroza 2015’an jî ev dever fireh kir. Bi gotineke klasîk, di vê pêvajoya dîrokî de, divê medyaya kurd û întelijansiya kurd lewaziya hişmendiyê nîşan nedin. Dewleta AKP’ê, 12 sal in ji bilî teraneya Îsmet Înonu û Fewzî Çakmak a “yekparêziya îttihadî” tiştekî din ne afirand. Tenê reng guhert… Neo-klasîk!.. Erdogan li ser navika xwe dibire û sê danên rojê de diaxive; lê gavek li Neron zêde nekiriye. Neron jî bû evîndarê xwe, Roma şewitand û li ber rimiya agirê bajar û hawara komên xelkê, têlên arpê-lîrê dilerizandin. Erdogan jî di “ezî”ya ku bû davika “otorşî-tenêtî” ya wî, afirnad, hê jî “min got, ez dibêjim” di tewirîne. Vegera li feodalîzmê!.. Newroza 2015’an, nexşeya alternatîf a paşeroja kurdan diyar kir. Yek, di keleha AKP’ê de dever fireh kir.
Du, di Newroza Amedê de, ligel polîsên AKP’ê, yek ji “Asayîşa kurd” jî di noqteya kontrola ketina meydana Newrozê de cih girt. Sê, “Ruhê Eşmê” dexaleta sêyemîn a AKP’ê ye. Çar, meşa gerîla di pîrozbahiya Newroza Silêmaniyeyê. Têkçûna totalîtarîzma çar dewletan!.. Bi kurtî “Ruhê Eşmç” bê çawa Azîz Augustinus nebê, hişmendiya katolîk çênabe; bê çawa genim û dexla Afrîka nebe, hebûna Împeretoriya Roma çênabe; bê çawa federasyonên kurd nebin Împeretoriya Eyubiyan çênabe… Bê çawa Merwanî nebin, Împeretoriya Osmanî çênabe; bê çawa kurdên Erziromê nebin, delegetiya Mustafa Kemal a kurdî nebe, Komara Tirkiyeyê çênabe… 10 xalên Ocalan pêşniyaz kirin, ger nekevin pratîkê, paşerojên Tirkiyeyê jî çênabe…
Yanî ketina bin kontrola gelan… Birêz Ocalan, wek gerhokê di nava dîroka “pirsgirêka gelan” û “çareseriya li ser maseya aştiyê” de; (Başûrê Afrîka, Îrlanda û hwd,) gotinên bijarte bi kar anîn. Armanc, komareke demokratîk û destûrnameya ku bibe dînamoya berjewendi û nasnameya dînamîk ya gelan. Ne humanîzma welatî, qeydûşertê nasname û xweseriyê… Dibe ku hinek kes gotinên “restorasyon” û “revîzyon”ê di wateyên cuda binirxînin. Lê berî wê; divê sala 1919’an ku Kazim Karabekir li Erziromê Mustafa Kemal girt binçavan û heta nîqaşa “150 kesên” têkildarî Sultan Hamid û derve xayîn hatin îlankirin, lêkolîn bikin. Hingî, navê Tirkiyeyê jî nebû. Yanî ne despotîzma laîsîzma spî, ne jî patîzma kesk… Meşrûiyeta gelan esas e. Ocalan ev gotin ji bo pratîka siyasî û ji bo “prûtanîzm”a qalipçîtiya yekparêzî berteref bike, fetîşîzma netewe dewletê têk bibe bi kar anîne.
Endezeya civakan!.. AKP’ê îro, ketiye dewsa totalîterên sedsala navîn û qelemşoran li ser yek alifî lele û zincîr dike. Baweriya pîroz a li edalet û hiqûq têk biriye… Tê zanîn, restorasyona sedsala navîn, bû xetzêrîna li dijî totalîterîzmê; bû dînamoya şoreşa karsazî û karbidestiyê; bû dînamoya têkoşîna çand û edebiyata ku di keleha dêra katolîk de dever vekir!… Vêca, peyama Newroza 2015’an jî, têkbirina neo-klasîk e; berterefkirina despotîzmê ye… Dema ku ev pêk hat û endezekirina gelan û civakan bi destûrnameya demokratîk hat mîsogerkirin; hingî ev sedsal, (bi rastî) bibe sedsala kurdan. Kurd ketina pêvajoya îdealên modern û wek dînamoya gelên herêmê têkoşîna xwe didomînin.
PUKmedia/Azadiya Welat
hewal ziyatr
-
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
04:47 PM - 2024-04-19 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
10:31 AM - 2024-04-19
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
07:03 PM - 2024-04-18
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
10:07 AM - 2024-04-18
Serok Bafil û Seyîd Emmar Hekîm: Ji bo îstiqrarê diyaloga avaker
10:19 PM - 2024-04-17
zortrin xwendraw
-
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
Kurdistan 07:03 PM - 2024-04-18 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
Kurdistan 09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
Kurdistan 08:03 PM - 2024-04-18 -
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
Aborî 10:31 AM - 2024-04-19 -
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 -
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
Kurdistan 04:47 PM - 2024-04-19