Dîroka dêrên Colemêrgê wında dıbe

kurdistani 09:19 AM - 2015-03-25
Dîroka dêrên Colemêrgê wında dıbe

Dîroka dêrên Colemêrgê wında dıbe

Nirxên dîrokî yên olî yên li Colemêrga ku bûye derguşa gelek bawerî û gelan bi tunebûnê re rû bi rû ne. Li Colemêrga ku beriya sed salan tê de asûr, ermen û gelek bawerî û gelên cuda dijiyan, bi sedan cihên dîrokî hene. Hema hema mirov dikare li her gundekê rastî dêrek an jî mekanek dîrokî were. Her çiqas navên van dêran di nav demê de winda bûne jî, çend ji wan hêj manewiyata wan mezin in. Mixabin ev cihên dîrokî ku bi tunebûnê re rû bi rû ne, bala tu saziyan nakişîne. Li tevahiya navçe û navenda Colemêrgê nêzîkê 150 dêrên qedîm hene.

Lê belê ji van tenê 10 an 15 heb li ser piyan mane. Dêra bi navê Mar Şhalita ya li gundê Koçanis (Koçanis) û Dêzê (Kirikdag), manastira bi navê Mar Abdişo ya li Talê (Ogul), dêra Kerpîl a li Geverê, Dêra Reş (Kara Kilise) a li Şemzînanê jî di nav van cihan de ne. Bi taybetî Mar Şhalîta ya li Koçanisê ji bo asûran tê wateyek cuda û gelek bi qedr û qîmet e.
 
Çawa ku Laleşa ji bo êzidiyan pîroz e, Kabe ji bo mislimanan girîng e, Mar Şhalîta jî ji bo asûran ewqasî girîng e. Manastira Mar Abdîşo jî li gorî gotinan di heman wateyê de ye û cihê “hecê” tê dîtin. Lê belê ji bilî hin hewldanan ev dêrên girîng jî kavil dibin û tên wêrankirin. Sedema herî mezin a kavilbûna van cihan jî kesên ku li xizneyan digerin in. Ne tenê kesên li xizneyan digerin, hin dêr hene ku êdî wekî goma gundiyan tên bikaranîn. Hin hemwelatiyên gundan pez û dewarên xwe di dêran de xwedî dikin. Bi vê ve girêdayî hin dêr jî bûne cihê kîlerê û bi ser ve ode hatine çêkirin. Ji bo restorekirina van cihan jî heta niha tu hewldan çênebûye.

PUKmedia/Rojnameya A. Welat

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket