Tîma Futbolê ya Jinên Amedsporê '24 - 0' qezenc kir

kurdistani 09:16 AM - 2015-03-25
Tîma Futbolê ya Jinên Amedsporê '24 - 0' qezenc kir

Tîma Futbolê ya Jinên Amedsporê '24 - 0' qezenc kir

Tîma Futbolê ya Jinên Amedsporê, li Erzinganê di maça Play Offê tîma Samsûnê Gülizar Hasan Yılmaz Gençliksporê 24-0 têk bir.

Tîma Futbolê ya Jinên Amedsporê, ku di Lîga 2yan a Jinan di Grûba 7an de dilîze, ligel tîma Gülizar Hasan Yılmaz Gençliksporê ya Samsûnê k udi Grûba 2yan de cih digire, hate ber hev. Maça Play Offê li Erzinganê hate leyîstin. Tîma Amedê dewra yekem gelekî xweş dest pê kir û 10-0 çû pêş. Di dewra duyem de jî heman performansa xwe domand û dawiya maçê 24-0 bi ser ket.

Piştî maçê berpirsê Tîma Jinan Kadîr Îçlî diyar kir ku ji ber serkeftina xwe ew gelekî bextewar in û got, armanca wan ew e di lîgeke jortir de bileyîzin. Îçlî weha axivî: “Em gelekî kêfxweş in ku maç di Newrozê de hate leyîstin. Em bi ser ketin û me du cejn bi hev re pîroz kirin.”

Tîma Futbolê ya Jinên Amedsporê, îsal di 12 maçan de 10 caran bi ser ketin, 2 caran beramber man, hîç têk neçûn û bêtêkçûn lîg bi şampiyoniyê bi encam xist, li Tirkiyeyê ji nav 56 tîman di nav 16an de cihê xwe girt.

PUKmedia/Malpera şaredariya Amedê

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket