Qubad Talebanî: Helebçe bi serbilindî rabûya ser piyên xwe

kurdistani 11:52 AM - 2015-03-16
Qubad Talebanî: Helebçe bi serbilindî rabûya ser piyên xwe

Qubad Talebanî: Helebçe bi serbilindî rabûya ser piyên xwe

Îro 16/3/2015 li bajarê Helebçe li monomênta Helabçe li jêr diruşma (Şehîdên Helebçe gula serwerî didin şehîdên destê terorê) yada kîmyabarana Helebçe birêve çû.

Destpêka bîranînê bi ayetekê ji qurana pîroz û çend xulek wesatan ser rihê şehîdan destpê kir.

Di merasîmê de cîgirê serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û çendîn berpirsên hizbî û konsolos û balyozê çendîn welatan û bi sedan welatiyan amadebûn.

Her weha Qubad Talebanî gotarek pêşkêş kir û têde got: Helebçe bi serbilindî rabûya ser piyên xwe û ez bawerim Şengal jî bi heman awayî dibe.

Qubad Talebanî got: Em dikarin li hemberî tehdîdên îro bisekinin û serkeftinê jî bi dest bixînin.

Talebanî di berdewamiya axaftina xwe de got. Mezintirîn metirsiya îro ewe ye ku em hemû yekrêz nînin, jiber vê jî pêwîste em berjewendiyên taybet bidin aliyekî û berjewendiyên gelê xwe esas bigrin.

Her weha Qubad Talebanî got jî: Em hewl didin pirsa parêzgarê Helebçe û hikûmeta xwecihî ya parêzgeha Helebçew bidawî bînin.

PUKmedia/Ferhan Hemexan- Helebçe

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket