Qamişlo: Stadyuma Şehidên 12’ê Adarê hate vekirin

kurdistani 01:14 PM - 2015-03-12
Qamişlo: Stadyuma Şehidên 12’ê Adarê hate vekirin

Qamişlo: Stadyuma Şehidên 12’ê Adarê hate vekirin

Di bernameya bîranîna têkoşerên 12’ê Adara 2004’an de, navê stadyuma futbolê ku komkujî lê hatibû kirin, wekî “Stada Şehîdên 12’ê Adarê” hate guhertin.

Merasîma bîranîna cangoriyên 12’ê Adarê bi beşdariya Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsif, serokên desteyên Meclîsa Rêveber, endamên Meclîsa Zagonsaz, nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), partiyên siyasî, Saziyên Civaka Sivîl, malbatên tekoşerên 12’ê Adarê û hezaran kesan, destpê kir.

Di çarçoveya bernameya bîranînê de destpêkê stadyuma ku navê wê wekî “Stada Şehîdên 12’ê Adarê” hatiye guhertin, hate vekirin. Qurdeleya stadyumê ji aliyê dayîkên têkoşerên bi navê Aliya Serac, Zehra Ehmem û Civala Mûrad ku di 12’ê Adara 2004’an de di stadyumê de li ser destê hêzên rêjîma Baas jiyana xwe ji dest dabûn ve hate birîn.

Deriyê stadyumê û dîwarên wê bi wêneyên cangoriyên 12’ê Adarê, her wiha wêneyên Rêberê PKK Abdullah Ocalan, dîsa bi rengên kesk, sor û zer hatibûn xemilandin.

PUKmedia/ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket