Pêşmerge û Gerîla li Şengalê bêtirî 50 terorîstên DAIŞ kuştin

kurdistani 11:01 AM - 2015-03-03
Pêşmerge û Gerîla li Şengalê bêtirî 50 terorîstên DAIŞ kuştin

Pêşmerge û Gerîla li Şengalê bêtirî 50 terorîstên DAIŞ kuştin

Hêzên Pêşmerge û Gerîla li Şengalê êrişek dijwar a çeteyên DAIŞ bi ser qeza Şengalê têkşikandin û di encamê de jê hejmarek ji terorîstên biyanî bi dehan ji çeteyên DAIŞ kuştin.

Fermandarê fewca Çar a ser bi lîwaa 8 a hêzên Pêşmerge Emîd Qadir Xuranî îro sêşmemê ji PUKmedia yê re ragihand; Duşemê êvarê çeteyên DAIŞ li Şengalê bi dijwarî rêze êriş bi ser hêzên Pêşmerge û Gerîla de anîn, lê hêzên Kurdî bi tundî bersiv dan û êrişên çeteyên DAIŞ têkşikandin.

Û wiha pê de çû: Di encama êrişan de bêtirî ji 50 terorîstên DAIŞ hatine kuştin, jê laşê 8 terorîstan ketine destê hêzên  Pêşmerge û Gerîla û hêşta gelek laşên çeteyên DAIŞ li qada şer li ser erdê mane.

Emîd Qadir ev yek jî da xuya kirin ku bêtirî çeteyên hatine kuştin biyanî ne, ji Çîn û Asya ne, her wiha ragihand ku li gorî zanyariyên hewalgiriyê hejmarek ji kuştiyanji serkirdeyên DAIŞ`in.

PUKmedia / Saman Yarweys

zêdetir tamaşe bike

Serokê YNKê, Bafil Celal Talebanî

Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket