Awusturalya 300 leşkerên din dişîne Êraqê

kurdistani 10:25 AM - 2015-03-03
Awusturalya 300 leşkerên din dişîne Êraqê

Awusturalya 300 leşkerên din dişîne Êraqê

Serokwezîrê Awusturalya Tonî Abot îro sêşemê ragihand ku dê Awusturalya li ser daxwaza DYE  bi armanca hêzên leşkerî yên Êraqê perwerde bike 300 leşkerên din rêke Êraqê.

Awusturalya bi armanca piştgirî bide hêzên çekdar ên  Êraqê di şerê li dijî rêxistina terorê DAIŞ de sala bihurî 600 leşker rêkirin Êraq, jê 400 leşker bi ser hêzên esmanî ve bûn û 200 ji hêzên teybet bûn.

Abot ji rojnamevanan re daxuya kirin ku; Leşkerên Awusturalî dê bi tev hêza leşkerî ya Newzêlandî, li devera Tacî ya dikeve bakûrê Bexdadê bêne bic kirin.

û wiha pêde çû:  em weku gelekî aştîxwaz ji xuzaya me ye em ji pevçûnên li deverên dûr lidarin dûrkevin, lê weku em dizanin ev çend mehin ev pevçûn berê xwe didê me jî.

Hêjayî gotinê ye ku Awusturalya li berember her êrişeke çav li rê ji aliyê alîgir û dildarên DAIŞ yan kesên bi komên Îslamî ve girêdayî û bi teybet ew kesên ji şerê li Rojhilata navîn lidare vedigerin, di amadebaşiyê de ye.

PUKmedia / Reuters

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket